Mihemed Abdullah: Hikumetên Başûr û Iraqê berpirsyarên êrişê ne

Mihemed Abdullah bang li gelê Başûrê Kurdistan kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal, Qadên Parastinê yên Medyayê  û Wargeha Penaberan a Rustem Cûdî ya Mexmûr dakeve qadan û got hikûmetên Başûr û Iraqê berpirsên êrişan e. 

Mihemed Abdullah: Hikumetên Başûr û Iraqê berpirsyarên êrişê ne
15 hezîran, 2020   05:03
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Dewleta Tirk a dagirker di saetên 00.00‘an bi ragahandina operasyona "pence û kartal" re êrişî Şengal, Mexmûr û Qadên Parastinê yê Medyayê kir. Êriş heya niha berdewam dike. Tekildarî êrişan hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah bêdengî û hevkariya dewletan ji êrişên dagirkeran re şermezar kir.

Mihemed destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe dîsa nijatpererstî û dijminatiya xwe li dijî gelê Kurd nîşan kir û got: “Destê dewleta Tirk bigihijê kuderê Kurdan dike hedef. Ev lêwaziya hikûmeta Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên aborî, siyasî, dijberiya partiyan li herêmê de valahiyek ava kiriye. Ev valahî dihelê ku li beramberî êrişên dewleta Tirk dest vekirî bê ku êrişî vîna gelê me bike. sedemên van êrişan hukûmeta Başûrê Kurdistanê ku ji êrişan re dest vekiriye.”

‘HEVKARIYA PDK JI DEWLETA TIRK RE SEDEMA ÊRIŞÊ YE’

Mihemed diyar kir ku bê agahiya Amerîkayê tiştek li Başûrê Kurdistanê çê nabe û got: “Bêdengiya rêveberiya Başûrê Kurdistanê, Iraqê û hêzên navnetewî û hêza wekî Amerîka ku li Başûrê Kurdistanê hene nîşan dike komployek li ser vîna Kurdê azad heye.  Ev komplo li ser gel, PKK‘ê ye. Bi sedan km Şengal û Mexmûr dûrî sînorê dewleta Tirk e tu xeterî li ser dewleta Tirk tine ye. Lê dewleta Tirk a dagirker li kuderê vîna gelê Kurd hebê dike hedef.  Ev cihê şermezarkirinê deshiladariya Başûrê Kurdistan û Iraqê ye.  Hevkariya PDK bi dewleta Tirk re sedema van êrişan e.  Ji dagirkerî û êrişên dewleta Tirk re bêdengin û hevkariyê dikin.”

‘GELÊ ME DIVÊ DAKEVE QADAN’

Mihemed anî ziman ku dagirker armanc dikin Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistan bi giştî dagir bikin û tevlî sînorê xwe bikin û got: “Divê her kurdekî bi şeref vê heqîqatê bibînê û li dijî wan serî hildin. Êrişî Rojavayê Kurdistanê jî dike ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li ber çavên cihanê dagir kir û demografiyê digûherînê.  Helwesta me wê heya dawî li dijî dagirkeriyê û dewleta Tirk hebe. Divê gelê me li dijî van sûcan bêdeng nemînê û dakeve qadan.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MdpNvNq21-A" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>