Rewşa koçberên kampên Reqayê di aloziya aborî de zehmettir dibe

Roj bi roj rewşa mirovî ya kampên koçberan ên li Reqayê zehmetir dibe. Zehmetiyên koçberan bi taybet piştî aloziya aborî li Sûriyê zêdetir bûne û rêxitinên mirovî rewşa koçberan paşguh dikin.

Rewşa koçberên kampên Reqayê di aloziya aborî de zehmettir dibe
Rewşa koçberên kampên Reqayê di aloziya aborî de zehmettir dibe
Rewşa koçberên kampên Reqayê di aloziya aborî de zehmettir dibe
Rewşa koçberên kampên Reqayê di aloziya aborî de zehmettir dibe
Rewşa koçberên kampên Reqayê di aloziya aborî de zehmettir dibe
15 hezîran, 2020   03:34
REQA – HEMED MUSTEFA – XALID CÛMA

Li Sûriyê û tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê aloziyeke aborî ya mezin heye. Aloziyê bi awayekî mezin bandor li tevahî gelê Sûriyê kir, bi tayber li koçberan. Koçber jî pirs dikin ku çima rêxistinên mirovî di vê demê de alîkariya wan nakin?

Li gudnewarên Reqayê gelek kamp hene. Praniya koçberên di kampan de, ji herêmên ku şer lê diqewimin, ji bo aramî û ewlehiyê berê xwe dane Reqayê.

Zehemtiyên koçberan di peydakirina pêdiviyên jiyanê de yek e. Ji ber bilindbûna buhayan bi taybet nan, koçber nikarin pêdiviyên jiyanî peyda bikin. Koçber dipirsin çima rêxistinên mirovî di vê dema zehmet de rewşa wan paşguh kirine?

Salih El-Xişman (47) ji niştecihên gundewarên başûrê Dêrazorê ye û bavê 5 zaroka ne. El- Xişman qala bihabûna madeyan kir û wiha got: "Ji ber bilindbûna buhayan em nikarin tu tiştî ji pêdiviyên malê bikirin. Ji ber dolar pir bilind bûye, buhayên madeyan bilind in. Dolarê me jî tine ne ku em karibin bijîn."

Koçerê bi navê Xalid El-Emêran (40) tevî malbata xwe ku ji 8 kesan pêk tê, ji gundewarên rojhilatê Hemayê ji ber şer reviyaye û berê xwe dane bajarê Reqayê. Tu tiştê wî tine ye ku debara malbata xwe pê bike. Ji nebûna madeyên jiyanî zêdetir, peydanekirina dermanên keça wî ya bi nexweşiya felce ketiye, wî aciz dike.

El-Emêran destnîşan kir ku koçber di kampên bê ser û ber de paşguh kirî ne û di demên dawîn de zehmetiyên wan zêdetir bûne.

Derbarê kampên li Reqayê, Hevserokê Komîteya Karûbarên Civakî ya Meclisa Sivîl a Reqayê Abdullselam Hemsork ji ANHA`yê axivî. Hemsork got: "Di demên dawîn de ji ber bilindbûna buhayan û paşguhkirina rêxistinên mirovî rewşa koçberan zehmetir bûye."

Hemsork wiha domand: "Em li gorî derfetên xwe alîkariyê dikin. Lê em nikarin alîkariya hemû koçberan bikin. Di vê demê de pêwîstiya me bi destekê heye, da ku em karibin pêwîstiyan ji hemû koçberan re pêşkêş bikin. Meclisa Sivîl a Reqayê li gorî hêza xwe berê rêxistinan dide kampên koçberan."

Hemsork bang li rêxistinên navnetewî kir ku  destekê bidin kampan, bi taybet di rewşa aborî ya heyî de û wiha axivî: “Bi hezeran koçberên di kampan de nikarin pêdiviyên sereke peyda bikin û derfetên Meclisa Sivîl a Reqayê jî kêmin.”

Tê zanîn ku Meclisa Sivîl a Reqayê kampa Til El-Semin ji bo koçberên Girê Spî û Serêkaniyê re amede kiriye.  Meclisê bang li hemû koçberan kir ku berê xwe bidin wê kampê ji rêxistin alîkariyê kampê bê ser û ber, nakin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/P3RMcHzeC4g" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>