Şewata li Til Temirê malên sivîlan da ber xwe û 4 kes xeniqandin

Ji ber şewata ku artêşa Tirka  dagirekr û çeteyên wê li gundewarê navçeya Til Temirê derxistin 4 kes xeniqîn û bi dehan mal û dar şewitîn.

Şewata li Til Temirê malên sivîlan da ber xwe û 4 kes xeniqandin
Şewata li Til Temirê malên sivîlan da ber xwe û 4 kes xeniqandin
Şewata li Til Temirê malên sivîlan da ber xwe û 4 kes xeniqandin
Şewata li Til Temirê malên sivîlan da ber xwe û 4 kes xeniqandin
Şewata li Til Temirê malên sivîlan da ber xwe û 4 kes xeniqandin
Şewata li Til Temirê malên sivîlan da ber xwe û 4 kes xeniqandin
Şewata li Til Temirê malên sivîlan da ber xwe û 4 kes xeniqandin
Şewata li Til Temirê malên sivîlan da ber xwe û 4 kes xeniqandin
Şewata li Til Temirê malên sivîlan da ber xwe û 4 kes xeniqandin
14 hezîran, 2020   19:37
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên nîvor agir bi zeviyên gundê Erîşa yê rojavayê navçeya Til Temirê xistin. Şewatê zeviyên gundê Tewîla yê rojavayê navçeyê yê nêzî rêya M4 da ber xwe. Ji ber hêza ba şewat gihişt gundê Til Tewîl ê nêzî rêya diwelî, gundên Til Kêfcî û Um El-Kêf ên rojavayê navçeyê li ser rêya Serêkaniyê.

Li gundê Til Tewîl bi dehan malên sivîlan û dar şewitîn. Her wiha 4 kes dema hewl didin şewatê vemirînin xeniqîn niha di Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn de ne.

Li ser mijarê endamê Foca Agirkujiyê ya navçeya Til Temirê Îsa Receb ji ANHA‘yê re axivî û got: "Şewata ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên nîvor derxisitn ji ber hêza ba berfireh dibe û didome. Şewat gihaşt gundê Til Tewîl, di encamê de di dehan mal û dar şewitîn her wiha 4 sivîl xeniqî."

Receb diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber çavê hêzên Rûs û hikumeta Sûriyê agir bi zeviyên çandiniyê dixin lê dengê xwe nakin an jî şewatê vemirînin.

Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn Hesen Emîn jî jî diyar kir ku sivîlan hewl didin şewata li gundê Til Tewîl vemirînin, lê ji ber hêza ba şewat berfireh bû û mal şewitîn. Emîn anî ziman ku ji ber şewatê 4 kes ku bêhna gaza Kerbon kişandin xeniqîn, niha di nexweşxaneyê de ne rewşa wan baş e, dê di bin çavdêriyê de bimînin ta baştir bibin.

Ji bo vemirandina şewata ku hîna didome tîmên agirkujiyê yên navçeya Til Temirê destek ji Şaredariya Gel a kantona Hesekê xwest.

ANHA