Foza Yûsif: Divê hemÛ Kurd li hember êrîşan dakevin qadan

Endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD`ê Foza Yûsif, destnîşan kir ku êrişa li dijî li Şengalê û Mexmûrê, dewamkirina qirkirina DAIŞ`ê li dijî gelê Êzidî û Mexmûrê ye û li hember êrîşan banga serhildanê kir.

Foza Yûsif: Divê hemÛ Kurd li hember êrîşan dakevin qadan
14 hezîran, 2020   23:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Foza Yûsif têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Şengal û Mexmûrê, ji ANHA`yê re nirxand.

Foza got:"Êrişa li dijî Şengal û Mexmûrê, dewamkirina qirkirina DAIŞ`ê ya li dijî gelê me yê Êzidî û gelê me yê Mexmûrê ye."

Foza da zanîn ku ev êriş serweriya Iraqê û hevpeymanên navneteweyî binpê dike.

Foza Yûsif bang li gelê Kurd kir û got:"Divê gelê me li her cihî li dijî vê êrişa hov û şerê qirkirinê ku dewleta Tirk li dijî gelê me yê Kurd pêk tîne, rabe."

Foza diyar kir ku ev êriş îradeya gelê Kurd naşkîne û doza kurdî bûye dozeke herêmî û cîhanî.

Foza Yûsif di dawiyê de, anî ziman ku ew ê hebûn û nasnameya xwe bedel çidibe bila bibe, biparêzin û ji bo vê jî divê hemû gelê kurd li hember êrîşên qirker dakevin qadan. 

(kc)

ANHA