‘Divê jinên cîhanê li dijî tundiya li ser jinê û sûcên dewleta Tirk dakevin qadan’

Seroka Desteya Jin a kantona Efrînê Zelûx Reşîd bang li tevahiya jinên cîhanê kir û got: “Li dijî tundiya ser jinan û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê dakevin qadan. Li ber saziyên NY`î xwepêşendanan lidar bixin, ji bo ku mafên jinên ku rastî tundiyê tên, biparêzin û rê li pêşiya sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bigirin.”

‘Divê jinên cîhanê li dijî tundiya li ser jinê û sûcên dewleta Tirk dakevin qadan’
14 hezîran, 2020   01:31
ŞEHBA-MÎDYA HENAN-FÎRAS ÎBRAHÎM

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê ji dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrînê dagir kirine ve û heta roja me ya îro, hejmara jinên ku rastî tundiyê hatine belge kirin. Li gorî serjimariyê rêxistinê çarenûsa zêdetirî 400 jinan ne diyar e. 61 jin di nav de temenmezin hatine kuştin. Hejmara haletên êrişên  cinsî  gihaşt 64 û 3 jinan xwe kuştin e.

Zelûx girêdayî tundiya ku dagirkerên Efrînê li jinan dikin wiha got: “Beriya dagirkirina Efrînê, jinê efrînî azad dijiyan, gelek destkeftî bi dest xistin û xwe di tevahiya waran de pêş xistin. Lê  piştî dagirkirina Efrînê, her roj jin rastî sûcên hovane tên.”

Zelûx wiha domand: "Ev sûc rastiya dagirkeriya Tirk a ku li ser şopa bapîrê xwe Osmaniyan eşkere dike. Ger mirov vegera dîroka Osmaniyan, diyar dibe ku heta wan jî li her herêmên ku dagir kirine, jin kirine hedef da ku şêniyan bitirsînin."

‘JINÊN KURD DIKIN HEDEF, JI BER KU RÊXISTINKIRÎ NE’

Derbarê hedefgirtina dagirkera Tirk jina Kurd de Zelûx got: "Jina Kurd bi taybet tê hedefgirtin, ji ber ku di civakê de bi rêxistinbûyîna xwe tê naskirin. Dagirkeriya Tirk bi rêya hedefgirtina jina Kurd dixwaze civakê bitirsîne."

Di dawiyê de Zelûx bang li rêxistinên hiqûqî û cîhanî kir ku sûcên dagirkeran paşguh nekin. Her wiha bang li tevahiya jinên cîhanê kir ku dakevin qadan û li ber saziyên NY`î çalakiyan lidar bixin ji bo ku mafên jinên Efrînê yên bindest biparêzin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2LGaTH5zjJg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>