Mijarên ku di rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî de derketin pêş

Li herêmên di bin serweriya hikumeta Sûriyê de ji ber têkçûna aborî xwepêşandan û nîşaneyên xwepêşandanên bêdeng rabûne. Tirkiye hewl dide ji dudilya navxwe ya Amerîkayê sûdê werbigire û gavên xwe di Lîbyayê de dirêj bike. Li Lubnanê jî rewş ber bi aloziyê ve diçe.

Mijarên ku di rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî de derketin pêş
14 hezîran, 2020   00:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên heftya borî behsa rewşa aborî ya Sûriyê, zêdegaviyên Tirkiyê yên li Lîbyayê, her wiha aloziya li Lubnanê kirin.

ŞERQ EL-EWSAT: LI HERÊMÊN HIKUMETA SÛRIYÊ NÎŞANÊN “RAPERÎNEKE BÊDENG”

Rojnameya Şerq El-Ewsat der barê mijarê de wiha nivîsî: “Li herêmên di bin desthilatdariya rejîma Sûriyê de, nîşanên “raperîneke bêdeng” xuya dibin. Ji ber daketina nirxê lîreyê Sûriyê li beramberî dolar, xwediyên dikanan dikanên xwe girtin, kirîn û firotin rawestandin.

 Li bajarê Swêdayê yê li başûrê Sûriyê ku piraniya şêniyên wê durzî ne, ev du roj e li dijî rejîmê xwepêşandan derdikevin. Çavkaniyan diyar kirin ku xwepêşandêr li kolanên bajêr û meydana sereke geriyan, paşê çûne kolaneke navendî û meydana El-Mişneqe. Doza hilweşîna rejîmê kirin “ku berpirsyarê paşketina rewşa aborî ye”. Her wiha sloganên bihêrs ên ku doza derketina Îran û Rûsyayê jî dikin, berz kirin. Dîsa banga “gel dixwaze rejîm hilweşe” bilind kirin û gotin “Sûriye ya me ye, ne ya malbata Esed e.

Piştî 9 salên şer û aloziyê li Sûriyê, qeyrana aborî giran bû. Her wiha ji ber hilweşîna aboriya Lubnanê ev rewş hîna aloztir bû. Şandêrê Amerîkayê yê Sûriyê James Jeffrey got, Rûsya û Îran êdî dê nekarin aboriya Sûriyê biparêzin. Her wiha da zanîn ku kiryar û cezayên Amerîkayê hişt ku lîreya Sûriyê hilweşe.”

EL-BEYAN: "TUNEKIRINA TERORÊ" 150 GUNDÊN SÛRIYÊ JI DAIŞ`Ê PAQIJ KIRIN

Rojnameya El-Beyan derbarê mijarê de wiha nivîsî: "Duh Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku pêngava  "Tunekirina Terorê" a li dijî şaneyên rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst li bakurê Sûriyê, li nêzî sînorên Iraqê, bi dawî bû.

Berdevka Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa Ebdullah duh ev agahî di civîneke çapemeniyê li bajarê Şedadê yê gundewarê Hesekê ragihand. Ebdullah got: "Hêzên me bejahiyeke bi dirêjahiya 175 km û ferehiya 60 km paqij kirin, ku zêdeyê 150 gund û mezra lê hene. Bi hevkariya hêzên me û hikûmeta Iraqê û hêzên hepeymana navdewletî, ji bo ewlehiya jiyana welatiyan beramberî êrîşên şaneyên DAIŞ`ê, ku vê dawiyê zêde bûne. Hemleya Têkbirina Terorê roja 4`ê Hezîranê dest pê pê kir, li gundewarên Hesemê yên başûr, li herêma Dişîşê ya nêzî sînorê Iraqê ta herêma Baxozê seranserî çemê Firat û Xabûrê yê gundewarê Dêrazor û ev hemle duh bi dawî bû.

Ebdullah diyar kir ku 110 çete hatine girtin, hejmareke mezin çek û teqemenî hatine desteserkirin. Her wiha diyar kir ku tu windahiyên hêzên wan çênebûne.”

EL-EREB: DUDILIYA AMERÎKAYÊ RÊ DIDE TIRKIYÊ KU LI LÎBYAYÊ DESTDIRÊJIYAN BIKE

Derbarê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: "Dudiliya Amerîkayê derbarê Lîbyayê de û mijûlbûna serok Donald Trump bi arîşeya hundirîn, Tirkiyê tev dide ku hewldnên navdewletî yên agirbestê têk bibe. Ji xwe tê payin ku ev agirbest bibe derfeta dawî ku pêvjoyeke din a şer destpê neke. Ji ber ku eger şer çêbibe dê Rûsiya hîn bêtir destwerdanê bike ev rewş dê di dawiyê mîna  Sûriyê bibe.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja Çarşemê ragihand ku welatê wî hewldana Misirê ya çareseriya aloziya Lîbyayê na pejirîne. Her wiha got ku ev hewldaneke bo parastina Hefter yê ku li qada şer gelek windahî dane.

UKAZ: GELO PEYWIRÊN HIKUMETA HIZBULLAHÊ BI DAWÎ BÛNE?

Derbarê mijarê de rojnameya Ukaz wiha nivîsî: "Bi lezbûna bilindbûna nirxê dolar re tevliheviya rewşa debarê û tunebûna çi çareyên pêkan, li Lubnanê xwepêşandan li herêma bakur heta bi başûr zêde bûn. Her wiha dikanên xwarinê ji hêla kirîna şêniyan li ser bihîstina bilindbûna nirxê dolar û derbasbûna welat a krîzekê, pêşwaziyeke mezin dît."