Jinên Dêrazorê bi komînan cihê xwe di civakê de girtin

Komînên jinan ên herêma El-Kesra ya girêdayî bajarê Dêrazorê bi rêya meşandina xebatên xwe yên bênavber, ji bo rûniştandina jiyana hevpar, karîn cihê xwe di nav civakê de xurt bikin. Her wiha derfetên kar ji jinan re peyda kirin.

Jinên Dêrazorê bi komînan cihê xwe di civakê de girtin
Jinên Dêrazorê bi komînan cihê xwe di civakê de girtin
Jinên Dêrazorê bi komînan cihê xwe di civakê de girtin
Jinên Dêrazorê bi komînan cihê xwe di civakê de girtin
Jinên Dêrazorê bi komînan cihê xwe di civakê de girtin
12 hezîran, 2020   04:26
DÊRAZOR-XUFRAN EL-ABDULLAH-RUBA EL-ELÎ

Bi destpêkirina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re  ku bi şoreşa jinê hate naskirin, jinê bi rêya avakirina komînan û meclisên taybet, hewl da cihê xwe di civakê de xurt bike. Piştî rizgarkirinê yekemîn komîn li herêma El-Kesra li rojavayê bajarê Dêrazorê bi navê şehîd Muhened Ilêwî di 27`ê Tîrmeha 2018`an de, hate avakirin.

23 KOMÎNÊN XWESER HATIN AVAKIRIN

Piştî vegera bi sedan şêniyan ji herêmê re û piştî rizgarkirina bajêr, jinê hewl da alîkariya şêniyan bike. Di nava tax û gundan de komîn ava kirin. 23 komîn li bajêr û gundên girêdayî wê hatin avakirin jê Hemar El-Kesra, Mergede, Kesra Jêrîn, Mirweze û Hemar El-Elî.

ASTENGIYÊN KU RASTÎ JINAN HATIN

Herêm di dema dagirkirinê de wêran bû û pêwîstî bi meşandina xebatan ji bo peydakirina xebatên bingehîn ji şêniyan re mîna av, madeyên xwarinê û gaz hate dîtin. Pêdiviyên şêniyan bi awayekî sereke bi rêya avakirina komînên jinan hatin peydakirin. Komînan destpêkê xebatên serjimariyê meşandin, bi armanca ku alîkariya şêniyan bikin û jiyana asayî vegerînin.

Endama rêveber a Komîna Şehîda Muhened Ilêwî Muna Remedan El-Xelef got: “Piştî rizgarkirina herêmê jin di aliyê fikirî û bedenî de wêrankirî ji bin kavilan derket. Piştre hewl da rola xwe di birêxistinkirina jinan de di nav komînan de bilîze û komînên taybet bi xwe ava bike. Ji ber wê bi destpêka vegera şêniyan me komîn ava kirin.”

Muna wiha domand: "Komînên jinan li gund û navçeyên girêdayî herêmê tevî komîteyên girêdayî her komînekê (perwerde, parastin, tenduristî, lihevanîn û xizmetguzarî) hatin avakirin. Endamên van komîteyan hemû jin in."

‘BIRÊXISTINBÛYÎN Û SERKEFTINA ME DI ENCAMA ZANABÛN Û PERERDEYÊ DE PÊK HAT’

Mune wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me civîn û semînerên taybet ji jinên herêmê re lidar xistin. Da ku nêrîn û pêşniyarên xwe bi hev re parve bikin. Li rex wê jî me jinên herêmê bi rêxistin kirin û hewl da pirsgirêkên wan çareser bikin. Me serdanên xwe ji jinan re zêde kirin. Da ku em karibin jinê vegerînin cihê wê yê bingehîn û pêşeng. Van serdanan rolek erênî lîstin û me karî hejmarek mezin ji jinan tev li xebatan bikin. Me nêrîna zihniyeta mêrdestî ya civakê ji jinê re derbas kir û bi rêya tecrubeyên xwe gavên balkêş avêtin."

Girêdayî heman mijarê Saîde Ehmed endama komîteya perwerdê ya komîna Şehîd Muhened Ilêwî got: "Civaka me li Dêrzorê girtî ye. Hîna di bin bandora zihniyeta çeteyan de ye. Lewra em hewl didin ji fikr û zihniyeta ku di mêjiya civakê de hatiye rûniştandin dûr bikevin. Em hertim hewl didin jin pêşkeve, ji ber ku civak bi pêşketina jinê û xwebirêxistinkirina jinê, pêş dikeve."

JI ZÊDETIRÎ 250 JINÎ RE DERFETÊN KAR HATIN PEYDAKIRIN

Saîde wiha pê de çû: "Piştî bidawîbûna her pêvajoyekê em derbasî pêvajoyek nû û pêşketî dibin. Rola jinê piştî ku di dema dagirkirina çeteyan de ji bajêr re hatibû paşguhkirin, tê rûniştandin. Niha komînên jinan derbasî malan dibin, pirsgirêkên jinan nas dikin û derfetên kar ji piraniya jinan re peyda kirin. Heta niha zêdetirî 250 derfetên kar ji jinan re di saziyên cuda de bi rêya komînan hatine peydakirin."

Saîde di dawiyê de got: "Herî zêde em serdana dayîk û hevserên şehîdan dikin, piştre çîna xizan, jinebî û jinên berdayî."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rXyIANYRWJM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>