ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-6-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-6-2020`AN
11 hezîran, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Pêngava Tunekirina Terorê ya ku QSD‘ê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê li bejahiya Hesekê û Dêrazorê daye destpêkirin, dê were şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Helebê gotin: “Hincetên ne rast ên Tirkiyê ku ji ber wê tecrîdê li Rêber Abdullah Ocalan didomîne, dirêj nakin. Çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Azadiya Ocalan daxwaza me ya ku nayê guhertine û em jê tawîz nadin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çeteyên DAIŞ`ê carek din li herêmên dagirkirî yên gundewarê Girê Spî çalak dibin. Nivîsên ku banga vegera DAIŞ`ê dikin û gefan li şêniyan dixwin, li ser dîwarên bajarokê El-Elî Baciliye hatin dîtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdetirî 50 hezar donim zeviyên gundewarê navçeya Til Temirê dagir kirine. Her wiha agir bi zêdetirî 20 hezar donim jî xistin. Di encamê de zirarên mezin li aboriya herêmê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Şêxê êla El-Binî Asîd Mihemed Sadiq El-Asîdî got: “Em leşkerkirina ciwanên Sûriyê ji bo şerê li  Lîbyayê red dikin. Şandina ciwanên sûrî ji Lîbyayê re, ne di  berjewendiya gelê Lîbya û gelê Sûriyê de ye. Divê ew vegerin welatê xwe û bibin yek.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Komînên jinan ên herêma El-Kesra ya girêdayî bajarê Dêrazorê bi rêya meşandina xebatên xwe yên bênavber, ji bo rûniştandina jiyana hevpar, karîn cihê xwe di nav civakê de xurt bikin. Her wiha derfetên kar ji jinan re peyda kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Zêdetirî 700 endamên HPC-Jin zeviyên çandiniyê diparêzin da ku sînaryoya par a şewitandina rûpîvaneke berfireh a zeviyan dîsa dûbare nebe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cotkar bang li aliyên têkildarî dikin ku pêwîstiyên wan ên çandiniyê bi cih bînin da ku barên wan sivik bibe û rêgeza xwetêrkirinê li herêmê ava bike, her wiha krîza aborî derbas bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ev 40 salin apê Mihemed Mecîd Mustefa di karê tamîrkirina biskilêtan de dixebite. Ji ber zîrekbûna wî ya di kar de rêzdariya civakê girt û navê ‘Çêker’ lê hate kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA