Li Lubnanê xwepêşandan dîsa dest pê kirin

Piştî daketina nirxê lîreya Lubnanê li beramberî dolarê, li gelek deverên Lubnanê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li Lubnanê xwepêşandan dîsa dest pê kirin
11 hezîran, 2020   20:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Beyrûtê û gelek deverên din vê êvarê xwepêşendan li dijî siyasetên diravî û û rewşa aborî ya xirab lidar ketin.

Li Beyrûtê, Biqa û bakurê welat ciwanan rê qut kirin û agir bi tekeran xistin.

Di nav sûka reş de nirxa dolarê li bermaberî lîreya Lubnanê bi awayekî bilez bilind bû û asta 6 hezar lîreyên lubnanî li beramberî her dolarekê derbas kir.

Çavkaniyên aborî ragihandin ku şirket û gelek sazî kelûpelên xwe radest nekirin ji ber dirtisin ku carek din lîreya lubnanî dakeve. Ew jî bandor li sermaye şirketan bike.

Li gorî rapor û lêkolînên navdewletî derdora du milyon lubnanî dê bê kar bimînin û nîvê gelê Lubnanê di bin xeta xizantiyê de bijî.

(şx)