Li Hesekê hovîtiya rejîma Tirk hate şeremzarkirin

Êriş û sûcên dewleta Tirk a dagiraker bi meşekê li bajarê Hesekê Hesekê hatin şermezarkirin.

Li Hesekê hovîtiya rejîma Tirk hate şeremzarkirin
Li Hesekê hovîtiya rejîma Tirk hate şeremzarkirin
Li Hesekê hovîtiya rejîma Tirk hate şeremzarkirin
Li Hesekê hovîtiya rejîma Tirk hate şeremzarkirin
9 hezîran, 2020   19:30
HESEKÊ

Li ser banga Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê meşek ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li dijî çiyayên Kurdistanê û sûcên li dijî têkoşeran hate lidarxistin. Şênî û endamên saziyên sivîl tev li meşê bûn.

Meş ji pira Taxa Miftî destpê kir û şênî di nav kolanên bajêr de heta Navenda Çand û Hunerê meşiyan. Şêniyan wêneyên têkoşer Qasim Engîn rakirin û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana wan berz kirin.

Meş li ber Navenda Çand û Hunerê rawestî û veguherî mitîngê. Piştî deqeya rêzgirtin endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê Fatima Murad axivî û got: "Em êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî çiyayên Kurdistanê û hedefgirtina têkoşer û fermandarên ku ji bo azadî,  aştî û demokrasiyê tê dikoşin, şermezar dikin."

Fatima wiha domand: "Ciwan û gelê me têkoşîna şehîdan ji bo azadiya gelên bindest berdewam kirin û dê çalakiyên xwe heta ku dewleta Tirk êrişên xwe yên hovane radiwestîne, berdewam bikin."

Meş bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana zindanan bidawî bû.

(şx)

ANHA