​​​​​​​`Divê rewşenbîr makenîzmeyên pêkanîn yekitiyê peyda bikin`

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a kantona Efrînê Avesta Îbrahîm bang li hêzên Kurd kir ku rewşa siyasî baş binirxînin û guhertinên li cîhanê çêdibin ji bo berjewendiya Kurd bi kar bînin.

​​​​​​​`Divê rewşenbîr makenîzmeyên pêkanîn yekitiyê peyda bikin`
10 hezîran, 2020   01:35
ŞEHBA-XANDÎ ALO

Avesta Îbrahîm destnîşan kir ku bi yekitiya Kurd re rê li pêşiya tevahiya komployên ku li dijî gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê tene kirin, tê girtin.

Avesta wiha domand: "Yekitî kilîta ewlehiyê ye û derfeta şerê dijminê  ku hewl dide me parçe bike, peyda dike. Dîrok tenê bi hevgirtinê tê nivîsandin. Yekitî zemîna xurt a pêkanîna serkeftina li dijî dijmin e yê ku serkeftina xwe bi qirkirina nasnameya Kurd ve girê daye ye. "

‘YEKITÎ KURD RÊ LI PÊŞIYA KOMPLOYAN DIGIRE‘

Avesta pêwîstiyên serxistina xebatên yekitiyê diyar kirin û wiha pê de çû: "Divê xebata siyasî ji bo doza Kurd li Sûriyê biser keve. Yanî alozî li Sûriyeyeke nû çareser bibe. Ji ber wê em Kurd bi tevahiya çînên xwe yên gel û rewşenbîr  ji me tê  xwestin ku di vê zivirîna dîrokê de bi lez gavên yekitiyê bavêjin. Yekitiya Kurd li gelemperiya Kurdistanê rê li pêşiya komployên ku li dijî hebûna me digire. Bi yekitiyê hêza me dibe yek û kokên şerên qirkirina gelê Kurd qut dibe. "

Avesta banga derbaskirina nakokiyan û rakirina astengiyan kir û got: "Divê em nakokiyên xwe di piratîk de derbas bikin. Divê em rewşa siyasî bi kurahî bixwînin. Ji bo vê divê em xebatên xwe zêde bikin û bi rêya diyaloga domdar a bê navber,  astengiyên li hember pêkhatina yekitiyê derbas bikin. "

ROLA MEZIN DIKEV SER MILÊ REWŞENBÎRAN

Têkildarî rola rewşenbîr di vê pêvajoyê de Avesta got: "Nîqaş û pêşkêşkirina nêrînan ji erkên rewşenbîrên Kurd in. Di vê pêvajoyê de divê berpirsyariyên xwe pêk bîne û rolek çalaktir bilîze. Da ku makenîzmeyên biserxistina gavên yekitiyê bibîne. Bi yekitiyê dê serkeftin pêk were û dagirker tune bibe."

(şx)

ANHA