Partiya Komunîst: Qasim Engîn ji tevgerên rizgariyê re mînak bû

Partiya Komunîst a Kurdistanê destnîşan kir ku şehîd Qasim Engîn ji tevgerên rizgariyê re mînak bû û tekez kir ku ew bi destê faşîzma Tirk hate şehîdkirin.

Partiya Komunîst: Qasim Engîn ji tevgerên rizgariyê re mînak bû
9 hezîran, 2020   12:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Komunîst a Kurdistanê bi minasebeta şehadeta endamê Komîteya Navendî ya PKK`ê Qasim Engîn sersaxjî ji PKK’ê re xwest.

Şehîd Qasim Engîn di 27`ê Gulana derbasbûyî de di encama topbarana dewleta Tirk de şehîd bû. Komîteya Rêveber a PKK`ê duh şehadeta wî ragihandibû.

Di peyama sersaxiyê wiha hate gotin: "Em wek Partiya Komunîst a Kurdistanê sersaxiyê ji bo şehadeta endamê Komîteya Navendî ya PKK`ê dixwazin. Bi rêya we em sersaxiyê ji tevgera rizgariya nîştimanî û civakî ya Kurdistan û cîhanê re dixwazin.

Şehîd Qasim ji bo hemû tevgerên azadiyê mînak bû û ji aliyê dewleta faşîst û bêexlaq ve hate şehîdkirin.

Em careke din sersaxiyê ji hemû parêzvanên welatê me Kurdistanê re dixwazin."

(bx)

ANHA