Şêniyên Tebqa sersaxiya malbata şehîd Seqir kir

Şêniyên herêma Tebqa û şervanên Meclis Leşkerî ya Tebqayê sersaxiya malbata şehîd Seqir Selhebiyê kir, şehîd Seqir di dema beşdariya Berxwedana Rûmetê ya li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûbû.

Şêniyên Tebqa sersaxiya malbata şehîd Seqir kir
Şêniyên Tebqa sersaxiya malbata şehîd Seqir kir
Şêniyên Tebqa sersaxiya malbata şehîd Seqir kir
Şêniyên Tebqa sersaxiya malbata şehîd Seqir kir
Şêniyên Tebqa sersaxiya malbata şehîd Seqir kir
Şêniyên Tebqa sersaxiya malbata şehîd Seqir kir
9 hezîran, 2020   12:46
TEBQA

Meclisa Malbata Şehîdan, endamên Komîteyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk û nûnerên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê berê xwe da konê sersaxiyê ya şehîd Seqir ku li bajarokê Selhebiyê ya li rojhilatê Tebqayê hatiye vedan.

Di merasîmê sersaxiyê de, endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Mistefa Siwêd wiha got: "Bi şehîdên xwe em gihiştin asta herî bilind di civaka xwe de, wan lengan canê xwe ji bo rûmet û jiyana biewle da."

Siwêd soza şopandina têkoşîn û wefadariya ji rihên şehîdan re da.

Şehîd Ehmed Ebod Seyah(Seqir Selhebiyê) piştî çend rojan ji birîndariyê di dema beşdariya Berxwedana Rûmetê li kantona Girê Spî de, şehîd bû.

(fr)

ANHA