Di sersaxiya şehîd Nûpelda de gel soza şopdandina rêya şehîdan da

Di merasîma şehîd Nûpelda Bêrîvan de ku şervana HPG’ê bû, şêniyên Til Temirê soza şopandina rêça wê heta azadiyê da.

Di sersaxiya şehîd Nûpelda de gel soza şopdandina rêya şehîdan da
Di sersaxiya şehîd Nûpelda de gel soza şopdandina rêya şehîdan da
Di sersaxiya şehîd Nûpelda de gel soza şopdandina rêya şehîdan da
Di sersaxiya şehîd Nûpelda de gel soza şopdandina rêya şehîdan da
Di sersaxiya şehîd Nûpelda de gel soza şopdandina rêya şehîdan da
Di sersaxiya şehîd Nûpelda de gel soza şopdandina rêya şehîdan da
Di sersaxiya şehîd Nûpelda de gel soza şopdandina rêya şehîdan da
9 hezîran, 2020   12:42
HESEKÊ

Îro bi dehan şêniyên navçeya Til Temirê û endamê saziyên sivîl berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Nûpelda Bêrîvan (Kîfaa Îbrahîm). Kon li pêşiya mala malbata şehîd li navenda Til Temirê ya bajarê Hesekê hat vegirtin.

Şehîd Nûpelda Bêrîvan ku di nava refên tevgera rizgariya Kurdistanê de cihê xwe digirt, li Herêmên Parastinê yên Medyayê di 6’ê Tebaxa 2019’an di êrişa dewleta Tirk de şehîd bû.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre axaftin ji aliyê berdevkê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Hemdiya Kûtî, Meclisa Malbatên Şehîdên Aşûrî Cemîla Kako û fermandarê Hêzên Leşkerî Reed Demhat ve hate kirin û tê de sersaxî ji malbata şehîd Nûpelda û hemû şehîdên azadiyê re hat xwestin.

Axêveran destnîşan kir ku rola şehîdan di serkeftina şoreşa Rojava û hemû şoreşên Kurdan de cihê herî pîroz e ku şehîd Nûpelda bû findek ji findên ku ronahiyê dide şoreşa Rojava.  Axêveran bang li gelên herêmê kir ku bibin yek da ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî tevahî xaka Kurdistanê têk bibin.

Di dawiyê de axêveran soza şopdariya rêya şehîdan heya rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî da.

ANHA