Senatorên Emerîkî ji Trûmp xwestin ku Qanûna Qeyser bi cih bîne

Senatorên amerîkî yên Komarparêz û Demokrat ji rêveberiya Donld Trump daxwaz kirin ku cezayên li dijî Sûriyê hatine ferzkirin li gorî ‘Qanûna Qeyser’ bi tundî pêk bîne.

Senatorên Emerîkî ji Trûmp xwestin ku Qanûna Qeyser bi cih bîne
9 hezîran, 2020   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokên komîteyên kar û barên derve yên senato û cîgirên wan bi daxuyaniyeke hevbeş da zanîn ku gelê Sûriyê gelek azar bi demeke dirêj di bin desthilata Esed û mafyayên wî de kişandin.

Li gorî AFP’ê daxuyaniya her du Komarparêzên bi navên James Rich, Michael McCall û her du Demokratparêz Elliot Engel û Bob Menendez ragihandiye, divê rêveberî Qanûna Qeyser di dema wê de û bi awayekî tund pêk bîne heta ku bigihêje hikumeta Sûriyê û kesên parastina wî dikin.

Her du senator û cîgiran bal kişand ser ku divê Esed tu carî nebe berpirsê rewa, divê “rejîm û mafyayên wê” sînorekê ji kuştina sivîlan re deynin û rêbaza lihevanîn, aramî û azadiyê bidin sûriyan.

Qanûna Qeyser ku serokê DYA’yê di Kanûnê de îmze kiriye, di nîvê Hezîranê de dikeve meriyetê. Di naveroka qanûnê de cemidandina alîkariyên jinûve avakirin, ferzkirina cezayên li dijî rejîma Sûriyê û şîrketên pê re alîkar heye, her wiha Qanûna Qeyser blokên rûsî û îranî yên tevî rejîma Sûriyê dixebitin, dike armanc.

(fr)