Di dîlana şervanên QSD'ê de pirrengiya çandan

Dema şervanên QSD`ê li hev kom dibin, çanda gelên herêmê têkel dibe û pirrengiya çand, hevgirtin, hevjiyana di navbera pêkhateyên herêmê de diyar dibe.

Di dîlana şervanên QSD'ê de pirrengiya çandan
9 hezîran, 2020   09:36
BASIL REŞÎD - DÊRAZOR

Beriya her operasyoneke leşkerî yan jî di demên bêhnvedanê de, şervanên QSD`ê li hev kom dibin û dîlanê digirin. Tişta ku di dîlana wan de bala mirov dikişîne; cihêrengî, hevgirtin, hezkirin û pirrengiya çandan e.

Dema şervan dîlanê digirin, şervanên Kurd, Ereb û Suryan û yên ji hemû pêkhateyên herêmê tev li dîlanê dibin. Tevî ku dîlan û stran cuda ne, lê belê rihê hevgirtî di navbera pêkhateyan de diyar dike.

ANHA`yê parçeyek ji hevgirtin û geşbûna civakî û çandî ya di navbera şervanan de şopand.

Pêngava Tunekirina Terorê ku ji aliyê QSD`ê ve di 4`ê Hezîranê de dest pê kir, di roja xwe ya 6`emîn de didome. Hemle li gundewarên başûrê bajarê Hesekê û herêmên bakurê rojhilatê bajarê Dêrazorê pêk tê. Armanc, serdegirtina şaneyên çeteyên DAIŞ`ê ye ku dema qedexeya derketina derve ji xwe re derfet dîtin û li herêmê belav bûne.

Hemle bi lez ji çar aliyan ve bi pêş ve diçe. Heta niha şervanan 95 şaneyên çeteyên DAIŞ`ê girtine.

(bx)

ANHA