‘Divê rêxistinên parêzvanên demokrasiyê helwesta xwe li dijî sûcên dewleta Tirk nîşan bidin’

Jinên ji herêma Efrînê û navçeya Til Hemîsê bang li tevahî rêxistinên navneteweyî yên parêzvanên mafên jinan kir ku helwesteke cidî li dijî sûcên dewleta Tirk ên li dijî siyasetmedarên Kurd nîşan bidin.

‘Divê rêxistinên parêzvanên demokrasiyê helwesta xwe li dijî sûcên dewleta Tirk nîşan bidin’
‘Divê rêxistinên parêzvanên demokrasiyê helwesta xwe li dijî sûcên dewleta Tirk nîşan bidin’
‘Divê rêxistinên parêzvanên demokrasiyê helwesta xwe li dijî sûcên dewleta Tirk nîşan bidin’
‘Divê rêxistinên parêzvanên demokrasiyê helwesta xwe li dijî sûcên dewleta Tirk nîşan bidin’
‘Divê rêxistinên parêzvanên demokrasiyê helwesta xwe li dijî sûcên dewleta Tirk nîşan bidin’
‘Divê rêxistinên parêzvanên demokrasiyê helwesta xwe li dijî sûcên dewleta Tirk nîşan bidin’
‘Divê rêxistinên parêzvanên demokrasiyê helwesta xwe li dijî sûcên dewleta Tirk nîşan bidin’
7 hezîran, 2020   13:00
ŞEHBA

Bi dehan jinên li Kampa Serdemê û endamên saziyên kantona Efrînê tev li daxuyaniya şermezarkirina sûcên desthilatên Tirkiyê û girtina parlamenterên HDP’ê bûn. Endamên Meclisa kantona Efrînê Zirgal Lolo û Arîn Elî daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî xwend.

Di daxuyaniyê wiha hate gotin:

"Em jinên kantona Efrînê van sûcên hovane ku AKP li dijî gelê Kurd pêk tîne ku hedefa wê bêhntengkirina li gelê Kurd li tevahî herêmên dagirkirî ye, şermezar dikin.

Bang li tevahî rêxistinên parêzvanên mafên jinan dikin ku helwesteke cidî nîşan bidin û ji bêdengiya li hember sûcên Erdogan ên ku gefan li tevahî herêmê dixwin, derkevin.

Ji vê cihê ku bi hezaran jinên neçarî koçberiya li herêmên Şehbayê bûne, gotinekê ji Erdoganê faşîst re dibêjin ku tu nikarî vîna me bişikînî, tu çi dikî bike têkoşîna me ji te bihêztir e û dê bi berxwedan bi ser bikeve."

QAMIŞLO

Bi sedan jinên ji navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo meşek li dar xist, tê de bang li tevahî rêxistinên parêzvanên mafên jinan kir ku bêdengiya xwe li hember sûcên desthilatdarên dewleta Tirk ên li dijî siyasetmedarên li Tirkiyê derkevin.

Meş ji pêş Çerxerêya Şehîdan dest pê kir û li kolana Xerbî ya navçeyê gerî û li pêş depoyan rawestî. Li wir endama rêveber a Kongreya Star Nebewiye Husên daxuyaniya şermkezarkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ji navçeya Til Hemîsê tevahî sûcên tundiyê ku dewleta Tirk ji kuştin, îşkence û tecawîzkirinên bi serê zêdetirî hezar û 564 jinên li herêmên dagirkirî pêk anîne de, şermezar dikin. Lê ji wê zêdetir jî dewleta Tirk jinên siyasetmedar hedef girtin û ji endametiya parlamentoyê tecrîd kir, mîna têkoşer Leyla Guven.

Em jinên li Til Hemîsê bang li sînordarkirina tevahî sûcan dikin, her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên NY’yê yên têkildarî parêzvanên mafên jinan ji azadî û demokratiyê dikin ku bi helwesteke cidî rabin û ji bêdeniya xwe li hember sûcên desthilatên Tirkiyê li dijî siyasetmedarên li Tirkiyê derkevin."

Meş bi dirûşman bi dawî bû.

(fr)

ANHA