'Sûcên Tirkiyê yên li herêmên dagirkirî berdewama sûcên Osmaniyan in'

Cîgirê hevserokê Meclisa Navçeya Şedadê got: “Bêdengiya navdewletî li hember sûcên Tirkiyê û çeteyên wê li herêmên dagirkirî cihê şermezarkirinê ye. Sûcên Tirkiyê yên li herêmên dagirkirî berdewama sûcên Osmaniyan in.”

'Sûcên Tirkiyê yên li herêmên dagirkirî berdewama sûcên Osmaniyan in'
7 hezîran, 2020   03:36
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe li herêmên dagikirî didomînin ji kuştin, revandin, îşkencekirina, destavêtina jinan û talankirina milkên sivîlan.

Beriya çend rojan dîmenek li ser malperên têgihiştina civakî belav bû. Di wê dîmenê de çeteyên koma El-Hemzat hejmarek jin ji Efrînê di nav de zarok hene, revandine û îşkence kirine.

Girêdayî mijarê cîgirê hevserokatiya Meclisa Navçeya Şedadê Mihemed Bozan ji ANHA`yê re axivî û got: "Sûcên li dijî sivîlan li kantona Efrînê rû didin sûcên li dijî mirovahiyê ne. Berberiya û hovîtiya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê rave dike. Armanca van sûcan şikandina vîna gelê herêmê û talankirina milkê sivîlan e.”

Bozan diyar kir ku bêdengiya navdewletî li hember sûcên mirovahiyê cihê şermezarkirinê ye.

Bozan  îşaretpê kir ku sûcên arêtşa Tirk a dagirker berdewama sûcên Osmaniyan ên li dijî pêkhateyên herêmê di wê serdemê de ne. Êdî nîşaneyên siyasetên wan diyar in, bi rêya girtina jinan û pêkanîna sûcên hovane li dijî wan.

Di dawiyê de Bozan bang li civaka navdewletî kir û got: “`Tiraneyê` bidawî bikin. Dagirkera Tirk û çeteyên wê ji tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku dagir kirine, derkevin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/o4QyZMNaZUk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>