‘Ji bo em şêniyên xwe ji DAIŞ’ê biparêzin me ev pêngav da destpêkirin’

Fermandar û şervanekî QSD‘ê gotin: “Pêngava Tunekirina Tororê ji bo xilaskirina şêniyan ji şaneyên DAIŞ‘ê hate destpêkirin. Dê pêngav berdewam bike heta ku şaneyên DAIŞ‘ê werin tunekirin.”

 ‘Ji bo em şêniyên xwe ji DAIŞ’ê biparêzin me ev pêngav da destpêkirin’
 ‘Ji bo em şêniyên xwe ji DAIŞ’ê biparêzin me ev pêngav da destpêkirin’
7 hezîran, 2020   01:32
DÊRAZOR

Piştî ku êrişên şaneyên DAIŞ’ê li dijî herêmê zêdebûn, rûspiyan banga  rizgarkirina wan ji şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê kirin. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) jî di 4‘ê Hezîranê de Pêngava Tunekirina Terorê  da destpêkirin.

Li gorî fermandariya Giştî ya QSD‘ê di pêngavê de dê bejahiya Hesekê û Dêrazorê beramberî çemê Xabûrê û sînorê bi Iraqê re werin paqijkirin.

Pêngav bi hemû hêza xwe didome, QSD‘ê gelek çete girtin û bi pêşde diçin.

Ji fermandarên QSD‘ê Ebdulselam El-Cebir anî ziman: "Piştî ku şaneyên DAIŞ’ê fitneya eşîrtî li herêmê derxist, me banga şêniyên xwe yên li Dêrazorê bersivand. Pêngava tinekirina terorê berdewam e.”

Şervana QSD‘ê Hêvîn Dêrazor jî got: "Ji ber mijulbûna cîhanê bi pandemiya Koronavîrusê çaneyên DAIŞ‘ê çalak bûn û qetilkirin zêde kirin. Ji bo rizgarkirina gelê xwe, me ev pêngav da destpêkirin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DvOPt94_IYg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>