Li Dêrazorê projeyeke pêşxistina aboriya jinan

Jinên herêma Kîsra ya Dêrazorê ji bo demsala zivistanê amadekariyên pêdiviyên xwarinê dikin.

Li Dêrazorê projeyeke pêşxistina aboriya jinan
Li Dêrazorê projeyeke pêşxistina aboriya jinan
Li Dêrazorê projeyeke pêşxistina aboriya jinan
5 hezîran, 2020   09:21
DÊRAZORÊ-XIFRAN ABDULLAH-RÛBA ELÎ

Tevî derfetên kêm jî Komîteya Aboriyê a Jinan bi hemû derfetên xwe projeyan bi pêş dixe û alîkariya jinan dike, nexasim ji bo jinên feqîr û jinên bî.

Komîteya Aboriyê di dawiya meha Kanûna 2018`an de hate vekirin, paşê dest bi pêşniyarên vekirina hin projeyan kir ku yek ji wan jî vekirina cihê amadekirina pêdiviyên zivistanê ye.

Mala Mûnê yek ji wan projeyan e û 3 jinên ji herêma Kîsrayê tê de dixebitin.  Jin li gorî xwesteka şêniyan miqdara qûtan çêdikin, carinan digihêje 150 kg û di nava 2 rojan de tê amadekirin, nexasim çêkirina penêr ku amadekirina wê 3 rojan dirêj dike.

Karkerên niha di Mala Mûnê de dixebitin; penêr, pelên mêwan, tirşo, mekdûs, zeytûn, bamiya, miloxiye, ava firingî û îsotan çêdikin, paşê bi nirxekî guncaw li bazarê tên firotin.

Enûd Mistefa ji xebatkarên Mala Mûnê ye û wiha ji ANHA`yê re anî ziman: "Jinên Dêrazorê ji gelek salan ve bê kar mane, ji ber hişmendiya civakê rê nedida jinan ku kar bikin, lê piştî Mala Jinan hate vekirin rewş hate guhartin, hin jin di Mala Mûnê de dixebitin û hin jî di projeyên din de dixebitin."

Enûd di dewama axaftina xwe de wiha got: "Bi vî karî em debara xwe dikin û hêvî dikin ku gelek projeyên wiha werin vekirin û pê re derfetên kar ji bo jinan mîsoger bikin û debara xwe pê bikin."

Endama rêveberiya Meclisa Jinan a Kîsrayê Hiyam Ehmed jî da zanîn ku wan li gorî derfetên xwe ev proje vekirine, derfetên kar ji bo jinan dabîn kirin, ji ber ku jinên ji Tebqayê yên bî û feqîr zehmetiya debarê dikişand û pêwîstiya wan bi projeyên wiha hebû.

Hiyam Ehmed got jinên herêmê di civakeke girtî de dijîn, ji ber vê yekê domdar hewldana vekirina projeyan û pêşxistina jinan dikin û di dawiyê de wan karî gelek jinan bixin nava kar.

Têkildarî plansaziyê Hiyam Ehmed anî ziman ku di rojên pêş de ew ê li gundekî rojavayê herêmê gelek erdan îcar bikin, sebzeyan lê biçînin û piştgiriya projeyan bikin.

(eh)

ANHA