Xebatên şaredariyên rojhilatê gundewarê Reqayê

Şaredariyên rojhilata gundewarên Reqayê piraniya projeyên ku di çaryeka yekemîn a sala 2020`an bi lêçûna 111 milyon lîreyên Sûriyê dabûn destpêkirin, bi dawî kirin. Her wiha soza zêdekirina xebatan di dema bê de dan.

Xebatên şaredariyên rojhilatê gundewarê Reqayê
Xebatên şaredariyên rojhilatê gundewarê Reqayê
Xebatên şaredariyên rojhilatê gundewarê Reqayê
Xebatên şaredariyên rojhilatê gundewarê Reqayê
Xebatên şaredariyên rojhilatê gundewarê Reqayê
5 hezîran, 2020   07:46
REQA-EHMED EL-ESAF-XALID EL-CUMA

Bi destpêkirina sala 2020`an re Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê buce li şaredariyên Reqa û gundewarê wê li gorî şêweyê çaryekan belav kir. Bi rêya wê çar şaredariyên rojhilatê gundewarê Reqayê gelek projeyên stratejîk ên ku rolek di jinûve avakirina binesaziya herêmê de lîstin, pêk anîn.

Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan 4 şaredarî li rojhilatê gundewarê Reqayê ava karibûn. Şaredarî ev in; Şaredariya El-Keramê, El-Hemrat, El-Cedîdat û El-Hos. Her yek ji wan şaredariyan li gorî dabeşkirina erdnîgarî xebatên xwe pêşkêş dikin.

Ji girîngtirîn projeyên ku wan şaredariyan pêk anîne, projeya restorakirina rêya û avakirina ragan li ser hinek geliyan û kanalên avdanê. Tevî ronîkirina rêya giştî ya di navbera Reqa û Dêrazorê de û herêmên girêdayî her şaredariyekê.

Şaredariyan di demek kin de ruxmî buhabûna madeyên pêwîst bi taybet çîmento, hesin, pêdiviyên toreyên kanalîzasyonê, piraniya projeyên xizmetguzarî yên ku di destpêka salê de li gorî budçeya hatiye dayîn, dabûn destpêkirin, bidawî kirin.

ŞAREDARIYA EL-HEMRAT

Şaredariya Gel a El-Hemrat rêyên bajarokê û gundên girêdayî wê bi dirêjahiya 4 km ji rêya Hemra Nasr, Hemra Blasim bi bermahiyan û ziftê restore kir.

Şaredariyê ji bo hêsankirina tevgera cotkaran ebarek li kanala avdanê ya Mezrat Bedir a ku gundên El-Hemrat û gundê Hemra Cemase bi hev ve girê dide restore kir.

Her wiha şaredariyê rêya giştî Reqa-Dêrazor a ku di gund re derbas dibe ronî kir.

Lêçûna tevahiya projeyê şaredariyê gihaşt 27 milyon lîreyên Sûriyê. Li aliyek din şaredarî projeyên xizmetguzarî ji bo ku di çaryeka duyemîn a sala heyî pêk bînin, dinirxîne.

ŞAREDARIYA EL-KERAMÊ

Şaredariya Gel a El-Keramê gelek projeyên xizmetguzarî ji bo pêşxistina rewaş herêmê dan destpêkirin. Jê ziftkirina rêyên gundên girêdayî şaredariyê yên ku zirar dîtine.

Şaredariyê rêya giştî ya Reqa-Dêrazorê bi dirêjahiya bajarokê bi 60 amûrên ronîkirinê yên ku bi enerjiya tavê dixebitin, ronî kir. Tevî ronîkirina sûka navendî ya bajarokê.

Şaredariyê derdora 7 km ji rêyên ku zirar dîtine yên gundê El-Saîd, rêya dibistana El-Beyder û rêya Aqrebe restore kirin. Lêçûna projeyên ku şaredariyê bidawî kirine tevî lêçûnên amûrên xizmetguzarî gihaşt 27 milyon lîreyên sûrî.

ŞAREDARIYA GEL A EL-CEDÎDAT

Şaredariya Gel a El-Cedîdat bi lêçûna 29 milyon lîreyên sûrî projeya ronîkirina rêya giştî bi zêdetirî 30 amûrên ronîkirinê yên ku bi enerjiya tavê dixebitin, bidawî kir. Her wiha bi rêjeya ji sedî 60  ragar li ser rêya giştî ava kirin.

Şaredariyê xebatên xwe ji bo restorekirina parka Şehîdan li bajarokê, projeya ronîkirin, avakirina ragaran û gelek projeyên din didomîne.

ŞAREDARIYA GEL A EL-HOS

Şaredariya El-Hos sê ebare li ser geliyan û kanalên avdanê ava kirin; ebareya geliyê El-Şahir bi dirêjahiya 16 m û firehbûna 4 m, ebareya Xes Ecîl bi dirêjahiya 12 m û firehbûna 4 m û ebareya Xes Alêc bi dirêjahiya 8 m û firehbûna 4 m li ser kanalên avdanê El-Hos.

Şaredariya El-Hos rêya giştî ya bajarokê bi 120 amûrên ronîkirinê ji gundê El-Şahir heta gundê Xes Alêc ronî kir. Lêçûna projeyên ku şaredariya El-Hos pêk anîna gihaşt 28 milyon lîreyên Sûriyê.

Têkildarî xebatên wan şaredariyan hevserokê Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Reqayê Ehmed El-Xidir ji ANHA`yê re axivî û got: "Ji destpêka salê ve, komîteyê bi desteka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl da piştgiriya saziyên girêdayî xwe bike mîna şaredariyan, komîteyên fenî û yekîneyên avê."

El-Xidir wiha bersîva pirsa cudahî di navbera sala par û îsal de ji aliyê xebatan çi ye dan û got: "Li rojhilatê gundewarê Reqayê ji ber ku hatibû paşguhkirin, pêşketinek mezin çêbûye."

Girêdayî astengiyên ku rastî şaredariyan hatine, El-Xidir diyar kir ku pirsgirêka herî mezin daketina nirxa lîreya Sûriyê li bermaberî dolarê ye. Ji ber ku madeyên ku di projeyan de têne bikaranîn, bi dolarê têne kirîn ew jî bi awayekî neyînî bandor li piraniya projeyên çaryeka yekemîn kir.

Di dawiyê de El-Xidir got: "Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Reqayê ji şaredariyan xwest ku li gor pêwîstiyên herêmê projeyên xwe yên çareya duyemîn deynin, projeyên girêdayî sererastkirina rêyan lêkolîn bikin. Komîteyê ji bo projeyên serersatkirina rêyan 7 km qîr ji her şaredariyekê veqetand."

Şarederiyên rojhilatê gundewarê Reqayê rojane xebatên xizmetguzarî mîna paqijkirin, veguhestin û gihandina avê ji xwediyên pez re li beyareyê pêşkêş dikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lZyr-Ijd-lw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>