Dan û standinên Amerîka û Îmaratê yên agirbesta li Lîbyayê

Bi rêya telefûnê wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo duh bi waliyê Ebo Zebî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan re der barê rewşên herêmê de axivîn, her duyan li ser pêwîstiya rawestandina agirbestê li Lîbyayê û destpêkirina diyaloga siyasî ya bi sponseriya NY’yê nîqaş kirin.

Dan û standinên Amerîka û Îmaratê yên agirbesta li Lîbyayê
5 hezîran, 2020   08:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo duh bi waliyê Ebo Zebî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan re li ser agirbesta li Lîbyayê axivî.

Di demeke berê de balyozê Amerîkayê yê li Lîbyayê axivîbû ku divê tevahî çeteyên biyanî ji welat derkevin, divê şerê li Lîbyayê raweste. Her wiha bang li tevahî aliyên li Lîbyayê kir ku tev li diyalogê bibin.

Li qadên şer ên Lîbyayê çeteyên sûrî yên ku Tirkiyê şandine Terablusê da ku piştevaniya hêzên Wîfaqê bikin, dagirtî ne, li gel wê jî cebilxane û firokeyên bêpîlot jî hene.