Di topbarana Îsraîlê de 9 kes hatin kuştin

Duh bi şev artêşa Îsraîlê derdora Misyaf a rojavayê Hemayê topbaran kir, herî kêm 9 kes hatin kuştin û depoyeke teqemeniyê rûxiya.

Di topbarana Îsraîlê de 9 kes hatin kuştin
5 hezîran, 2020   07:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) diyar kir ku duh bi şev artêşa Îsraîlê li Sûriyê depoyên leşkerî yên kargeha parastinê (Dîfa) yên li herêma Zawiye ya Misyafê anku rojavayê Hemayê kirin armanc û ziyanên madî û windahî  çêbûn.

SOHR`ê parve kir ku herî kêm 9 kes hatine kuştin, 4 ji wan welatiyên Sûriyê ne û yên din nayê zanîn ka ji hêzên leşkerî yên Sûriyê yan jî endamên hêzên Îranê ne, heta vê kêliyê jî nasnameyên 5 kesan ne diyar e. Li gel vê, birîndar hene û muhtemel e hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

Balafirên asîmanî yên Îsraîlê ji ser asîmanê Lubnanê ve cebilxane kirin armanc.

(eh)