ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-6-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-6-2020`AN
4 hezîran, 2020   23:00

-Şopandina bûyerên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Partiya Yekitiya Demokratîk lidarxistina rêze civînên xwe li kantona Qamişlo ji bo şîrovekirina geşedanên dawîn didomîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Gelek salên jiyana xwe di şerê li dijî hemû cureyên zordarî û dîktatoriyê de li herêmên cuda yên bakurê Sûriyê, derbas kir û herî dawî li tixûbên bajarê ku xeyal dikir rizgar bike (bajarê xwe Minbicê) şehîd bû. Şehadeta wî bandoreke mezin li şêniyên bajarê wî kir û ji bo wan bû sembolek. Her wiha piştî şehadetê gelek saziyên bajêr bi navê wî hatin binavkirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rûspiyên êlan li kantona Efrîn û Şehbayê diyar kirin ku civaka navdewletî berpirsa sûcên ku li dijî jinan li Efrînê pêk hatine. Her wiha destnîşan kirin ku bêdengiya navdewletî rê dide Tirkiyê û çeteyên wê da ku wan sûcan li Efrînê pêk bînin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Reqayê sûcên artêşa Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî û şandina çeteyên sûrî ji Lîbyayê re şermezar kirin. şêniyan bang li çeteyan kir ku bi pere neyên xapandin. Tirkiyê wan ji bo pêkanîna ajandeyên xwe bikar tîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

-35 sal di ser binkeftina Hezîranê ya sala 1967‘an re derbas bû. Lê rewşa welatên ereban her du diçe xirabtir dibe. Ji wê demê ve heta niha erdên Ereban ji aliyê Tirkiyê, Îran û Îsraîlê ve ji hev tê qutkirin. Erebî hîna xewa xwe didomînin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Siyasetmedaran li Helebê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bêdengiya li hember leşkerkirina zarokan ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe û avakirina projeya xwe ya osmanî û mitîngerî bikar tîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Akademisyanê urdinî Bîlal Xazî El-Qeran got Tirkiyê bi rêya komên çeteyên ku desteka wan dike, cehrên xwe li Rojhilata Navîn belav dike. her wiha îşaretpê kir ku Tirkiyê hinek komên çeteyên bikar tîne da ku nefretê di navbera pêkhateyan de belav bike.(BI WÊNE)

JIN

-Endamên rêveber ên Kongreya Star a Helebê bang li tevahiya jinan û rêxistinên jinan kirin ku bi erkên xwe rabin û rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk li bakurê Kurdistanê û tevahiya herêmên dagirkirî li bakurê Sûriyê bigirin. Her wiha asta têkoşînê mezin bikin da ku dewleta Tirk muhesebe bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Berdevka Meclisa Jinan û parlementara bajarê Île yê bakurê Kurdistanê Ayşe Acar Başaran siyaset û zihniyeta hikumeta AKP`ê li dijî jinê rexne kirin û bi zihniyeta çeteyên DAIŞ`ê şibihand. Ayşe got sûcên li dijî jinan li herêmên dagirkirî, nakarîbûna AKP`ê li hember vîna jinê di Şoreşa Rojava de îsbat dike.(BI WÊNE)

-Jin li herêma El-Kesrat ji niha ve amadekariyên pêşwazîkirina demsala zivistanê dikin û mûnê amade dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-5 sergu li herêma Firatê veguherîne jêderên nexweşî û nerazîbûnên cotkatan. Aliyên têkildar hewl didin kargehekê ji bo ji nû ve bikaranîna çopê vekin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şaredariyên rojhilatê gundewarê Reqayê piraniya projeyên ku di çaryeka yekemîn a sala 2020`an bi lêçûna 111 milyon lîreyên Sûriyê dabûn destpêkirin, bi dawî kirin. Her wiha soza zêdekirina xebatan di dema bê de dan.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA