Buroya PYD`ê ya Lubnanê kiryarên çeteyan şermezar kirin

Buroya PYD`ê ya Lubnanê bang li NY`yê kir ku komîteyekê ava bike da ku sûcên çeteyên Tirkiyê li herêmên dagirkirî yên Sûriyê pêk anîne, aşkera bike.

Buroya PYD`ê ya Lubnanê kiryarên çeteyan şermezar kirin
4 hezîran, 2020   07:09
BEYRÛT

Buroya PYD’ê ya Lubnanê da zanîn ku bêdengiya navneteweyî li hember sûcên çeteyan xaleke reş e li ser eniya mirovahiyê.

Daxuyaniya buroyê wiha ye:

"Em hemû kiryar û sûcên ku li bajarê Efrînê û herêmên din ên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, şermezar dikin. Bêdengiya navneteweyî nîşaneke reş li ser eniya mirovahiyê ye. Ji destpêka bajarê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê ji kuştin, îşkencekirin, şewitandin, dizî û hedefgirtina jinan pêk tê. Em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê dikin, her wiha em bang li NY`yê û civaka navneteweyî dikin ku komîteyekê bişînin ku der barê sûcên çeteyan de lêpirsînê bike."

(bx)

ANHA