Tirkiye bi avakirina baregehên leşkerî planên xwe yên dagirkeriya dewam dike

Baregeha leşkerî ya li nêzî gundê Amiriyê yê gundewarên rojavayê Til Temirê yek ji baregehên sereke yên dewleta Tirk e û ya herî mezin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Çavkaninyekî tekez kir ku zêdetirî 200 komando di hundirê wê baregehê de hene ku piraniya wan efser in.

 Tirkiye bi avakirina baregehên leşkerî planên xwe yên dagirkeriya dewam dike
3 hezîran, 2020   11:12
HESEKÊ- DIYAR EHMED

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê di 9`ê Cotmehê de êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bajarên Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin û gihîşt gundewarên rojavayê Til Temirê.

Li gorî hin çavkaniyan, ji bo berdewamkirina planên dagirkeriyê û guhertina demografiya herêmê, artêşa Tirk piştî dagirkirina van herêman zêdetirî 20 baregehên leşkerî ava kirin.

ANHA`yê baregeha leşkerî ya li nêzî rêya navdewletî M4 li bilindahiya girê li gundê Amiriyê yê başûrê rojavayê navçeya Til Temirê, şopand.

Li gorî çavkaniyekî leşkerî, artêşa Tirk a dagirker ji beriya du mehan ve baregeh ava kiriye. Ji ber firehiya baregehê û alavên leşkerî yên zêde tê de, ji mezintirîn baregehên leşkerî yên li herêma Serêkaniyê tê hesibandin.

Çavkanî destnîşan kir ku cebilxaneya di hundirê baregehê de ji panzêr, erebeyên BMB û hejmareke topavêjên giran, tank û alavên leşkerî yên din pêk tê.

Li gorî çavkanî, di baregehê de  zêdetirî 200 leşkerên hêzên komando hene. Tê texmînkirin ku piraniya wan efser in.

Ji bo parastina baregeh û leşkerên Tirk, artêşa Tirk du radarên çavdêrî û şopandinê li wê baregehê danîne ku dirêjahiya xwe zêdetirî 1.5 km ye.

Çavkanî da zanîn ku hejmareke baregehên leşkerî yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li gundewarên rojhilatê Serêkaniyê bi taybetî li gundên Erîşe, Dawûdiyê û Aliyê hene. Ew baregeh wekî nûqteyên bicihbûna artêşa Tirk a dagirker tên hesibandin û ji baregeha li gundê Amiriyê cuda ne.

Çavkanî her wiha daxuyand ku endamên li wê baregehê dimînin, sivîlên herêmê û milkên wan dikin hedef, her wiha agir bi zeviyên şêniyan dixin û bi awayekî domdar guleyan li gundên li hemberî xwe direşînin.

Ji destpêka dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiya sala borî de, dewleta Tirk a dagirker milkên sivîlan desteser dike û vediguherîne baregehên leşkerî.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/y2MGusag-sU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>