Îsraîl ji ber vekişîna hêzên DYA’yê ji Iraqê bi fikar e

Navenda Lêkolînên Ewlehiya Neteweyî ya Îsraîlê li ser bandor û xetereya vekişîna hêzên DYA`yê ji Iraqê hişyarî da û destnîşan kir dê ev gav rê li pêşiya Îranê veke, ev jî dê ji bo berjewendiyên Îsraîlê gefeke yekser be.

Îsraîl ji ber vekişîna hêzên DYA’yê ji Iraqê bi fikar e
3 hezîran, 2020   11:21
XEZA

Çapemeniya Îsraîlê daxuyand ku Navenda Lêkolînên Ewlehiya Neteweyî ya Îsraîlê di raporekê xwe ya têkildarî bandorên vekişîna hêzên DYA`yê ji Iraqê  li ser Îsraîlê de hişyarî da.

Malpera ‘i24news’ ya Îsraîlê da zanîn ku hikumeta DYA`yê dibîne ku eger serokê istîxbarata Iraqê  Mustafa Kazîmî wek serokwezîrê iraqî bê erkdarkirin, dê ji bo xurtbûna hêza DYA’yê li Iraqê  derfetek be û hewldanên Îranê yên li dijî DYA`yê bi bin bixe.

Malperê wiha da zanîn: "Tê texmînkirin ku diyaloga stratejîk a tê payîn ku di navbera DYA û Iraqê  de pêk bê, gengaz e ku têkiliyên di navbera her du welatan de xurt bike.” 

Her wiha diyar kir ku dibe encamên hevdîtinê bandorê li pêşeroja hebûna leşkerî ya DYA`yê li Iraqê  bikin û wiha daxuyand: "Biserketina diyaloga her du welatan ji berjewendiya Îsraîlê re ye, lê belê vekişîna hêzên DYA`yê ji Iraqê  dê rê bide Îranê ku bibe xwedî hêz di herêmê de. Divê Îsraîl baldar be û di ber çav re derbas bike ku dibe operasyonên leşkerî yên Iraqê  bandoreke neyînî li berjewendiyên DYA`yê û diyaloga bi Iraqê  re bike."