Jinên ciwan banga rawestandina binpêkirinên li Efrînê kirin

Meclisa Jinên Ciwan a Bakur û Rojilatê Sûriyê bang li rêxistinên mirovî û yên jinan kirin ku sûcên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinên Efrînê pêk tînin, rawestînin.

Jinên ciwan banga rawestandina binpêkirinên li Efrînê kirin
1 hezîran, 2020   14:37
 HESEKÊ

Bi dehan endamên Mecilsa Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo balê bikişînin ser sûcên hêzên dagirker ên li dijî jinên Efrînê hatin ba hev û daxuyaniyek dan raya giştî.

Nûnera Buroya Jin a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê Nehla Ehmê bi zimanê kurdî û Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Meha Mihemed bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser rola jinan a 9 salên dawî di avakirina civakeke demokratîk û azad li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û berxwedana wan a ji bo pêşxistina civakê.

Her wiha sûcên li dijî jinên ciwan, ji êrişa cinsî, revandina, zewaca bi zorê hatin şermezarkirin.

Jinên ciwan bang bang li rêxistinên jinan û yên mirovî kirin ku li hemberî dagirker û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirerk û çeteyên wê bisekinin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_bGXHPPZwh8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>