Li Sûriyê hejmara kesên ji ber Koronayê mirine bû 5

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Sûriyê ragihand ku kesek din ji ber Koronavîrusê.

Li Sûriyê hejmara kesên ji ber Koronayê mirine bû 5
31 gulan, 2020   19:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Sûriyê  kesekî 74 salî ji ber Koronavîrusê mir. Wezaretê diyar kir ku nexweşiya kulbûna kezebê bi wî kesî re hebû û ji derve vedigeriya welat.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê heta niha 122 kes bi şewba Koronayê ketine û 5 jî mirine.