ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-05-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-05-2020
29 gulan, 2020   23:00

-Geşdanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Foza Yûsif got: "Pêşketina civakê bi awayekî bingehîn û raste rast bi nêzîkbûna navbera pêkhateyan , xurtkirina têkiliyên hezkirin û çanda tevkariyê ve girêdayî ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Dewleta Tirk a dagirker bi armanca guhartina demografiya herêmên bakur rojhilat û bakur rojavayê Sûriyê yên dagirkirî gelek rêbazan dimeşîne. Ev gav armanca Tirkiyê ya avakirina partiyên Turkmen nîşan dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê Ebûd Meqso got: “Li herçar parçeyên Kurdistanê pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtiyê heye. Niha derfet heye ku yekîtiya netewî pê were.” . (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Di vê dema ku li bajarê Qamişloyê av kême  jî, ji sedî 30 bê sedem tê rijandin. Ji bo rê li pêşiya rijandina avê were girtin, Gerînendetiya Avê ya Giştî ya kantona Qamişlo diyar kir ku dê di demên pêş de dê fewaşeyan li ser şêniyan belav bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-7 sal derbas bûn, lê heta niha birîna malbata Şêx Nasanî ji bermaniyên şer rihet nebûn. Hîna jî aqûbeta keça wan a windayî ne diyar e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA