Li Dêrikê navendeke tenduristiyê ya rewşên lezgîn hat vekirin

Ji bo xizmeta şêniyan û pêşkêşkirina alîkariyan Heyva Sor a Kurd a Dêrikê navendeke tenduristiyê ya rewşên lezgîn vekir.

Li Dêrikê navendeke tenduristiyê ya rewşên lezgîn hat vekirin
Li Dêrikê navendeke tenduristiyê ya rewşên lezgîn hat vekirin
Li Dêrikê navendeke tenduristiyê ya rewşên lezgîn hat vekirin
29 gulan, 2020   10:43
QAMIŞLO

Bi dehan endamên saziyên civaka sivîl ên Dêrikê, endamên Heyva Sor a Kurd û hevserokatiya Heyva Sor a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vekirina navendê ya li bajarê Dêrikê de amade bûn. Merasîma vekirinê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre Fatme Seîdûn dayika şehîd Harûn, derî vekir.

Hevseroka Heyva Sor a Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cemîle Hemê wiha got: "Pergala ambûlans û tenduristiyê cara yekemîn li bajarê Qamişloyê di 2016’an de hat vekirin, ew jî 4 ambulans bi dema 24 saetan dixebitîn, piştre li Reqa, Minbic, Hesekê û îro jî li Dêrikê vebûn.

Cemîle bal kişand ser ku 5 navendên awarte yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî 60 ambulansan hene ku xizmeta şêniyan bi şev û roj bikin.

Cemîle Hemê got navend ji bo xizmeta rewşên şewat, qeza û birîndariyê amade ye.

Dê pergala ambulansan a beşa awarte ya tenduristiyê wek nobetdariyan be, ew jî dê di navbera 24 peywirdarên ambulansan, çavdêr û bencvanan de be ku xizmeta rewşên awarte ya şêniyan bikin.

(fr)

ANHA