Hêzên hikumeta Sûriyê êrişên li dijî çeteyên Erdogan zêdetir kirine

Hêzên hikumeta Sûriyê êrişeke berfireh li dijî nuqteyên çeteyên dewleta Tirk ên li başûrê Idlibê pêk anî.

Hêzên hikumeta Sûriyê êrişên li dijî çeteyên Erdogan zêdetir kirine
23 gulan, 2020   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku îro şerekî dijwar di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk de li eniyên Kefer Nibul û Bara yên bejahiyên başûrê Idlibê rû da.

Hêzên hikumetê hewl da ku nuqteyên çeteyan kontrol bikin, li gel wê jî topbaranên dijwar pêk hatin û windahiyên mirovî ji her du aliyan hene.

Hêzên hikumetê berbanga vê sibê herêma li Kensefra ya li bejahiya başûrê Idlibê topbaran kir.

Duh jî hêzên hikumetê bi moşekan wesayiteke li herêma El-Zeqom a Sehil El-Xab a li bejahiya bakurê rojavayê bajarê Hemayê hedef girt.