Li kampa Holê agir bi 4 konan ket

Îro li gelek konên kampa Holê şewat derket. Ji ber şewatê zirarên madî pêk hatin.

Li kampa Holê agir bi 4 konan ket
21 gulan, 2020   12:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di beşa 5`an a kampa Holê ya li gundewarên Hesekê de, şewat derket. Şewat ji ber papora gazê ya konekî pêk hat û 4 kon şewitîn. Di şewatê de tu zirarên canî çênebûn û tenê zirarên madî pêk hatin.

Li kampa Holê bi hezaran malbatên DAIŞ`ê û penaberên ji Iraqê dimînin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rh-zNloE6q0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>