Li Tûnisê .. Ebîr Mûsa banga vekişandina baweriyê ji Raşid El-Xenoşî kir

Seroka Partiya Destûrî ya Hur a Tûnisê Ebîr Mûsa serdanên Raşid El-Xenoşî yên bênavber ji dewleta Tirkiyê re şermezar kirin û piştrast kir ku qanûna parlamentoyê bin kir. Her wiha divê lêpirsîn bi wî re were vekirin û bawarî ji wî ji ber ku serokê parlamentoyê ye, were kişandin.

Li Tûnisê .. Ebîr Mûsa banga vekişandina baweriyê ji Raşid El-Xenoşî kir
16 gulan, 2020   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Sky Newsê, Ebîr Mûsa di dîmenekê  li ser rûpela xwe ya Facebookê de parve kiribû ku berdewamkirina El-Xenoşî di serokatiya parlamentoyê de li ser ewlekariya nîştimanî metirsiyek e û vekişîna pêbaweriyê ji El-Xenoşî erkeke neteweyî ye".

Seroka Partiya Destûrî ya Hur ji 13’yê vê Gulanê ve derbasî çalakiyeke vekirî bû û wiha gotibû: " Dibe ku heta 5 salan bidome." Ev jî ji bo şermezarkirina astengiyên ku serokê parlamento û serokê Tevgera El-Nehda Raşid El-Xenoşî dike, pêk hat.

Ebîr Mûsa anî ziman  dibe ku çalakî hefteyek, mehek, salek, an jî heya 5 salan  berdewam bike û ew ê di çarçoveya qanûnî de têkiliya xwe bi raya giştî ya neteweyî û re bidomîne, her wiha piştrast kir ku dê têkilêiyên xwe bi xebatên buroya parlamentoya ku bi karên şanoyê bi nav kir, qut bike.

Biryara çalakiyê ji bo şermezarkirina rêbazên El-Xenoşî di xebatên parlamentoyê de, xwepêşandanên li dijî destwerdana palamenterên Tevgera El-Nehda ya nepêkanîna erkên xwe yên parlamenteyî de, her wiha astengiyên li pêş bloka wê bi sedema helwestên wê ji rêxistina Îxwan re, pêk hat.

Ebîr Mûsa wiha berdewam kir: "Çalakî bi tu sedeman nayê sekinandin, lê belê heke daxwazên partiyê yên lêpirsîna Raşid El-Xenoşî di dengdayîna daneşîna giştî de pêk hatin, kiryarên cîgirê ji Itîlafa El-Kerama Seyfedîn Mexlûf  hat şermezarkirin, soza nêzî blokê nebin hat dayîn û rêzdayîna dewleta medenî hat girtin,  dê çalakî bi dawî bibe.