​​​​​​​Şaredariya Kobanê dest bi projeya çêkirina rêya stasyonê kir

Şaredariya Gel a Kobanê dest bi xebata çêkirina kolana stasyonê ya li navenda bajêr bi kevrên reş kir. Ev kolan jî wek damara sereke ya tevgera bazirganiyê ye.

​​​​​​​Şaredariya Kobanê dest bi projeya çêkirina rêya stasyonê kir
​​​​​​​Şaredariya Kobanê dest bi projeya çêkirina rêya stasyonê kir
16 gulan, 2020   11:05
KOBANÊ

Di çarçoveya xebatên xizmetguzariyê de, Şaredariya  Gel a Kobanê de dest bi çêkirina rêya stasyonê bi kevrên reş (Intirlok) li şûna Isfelta ku ne guncaw bû, kir. Tevî ku şaredariyê gelek caran rê sererast kiribû jî gelek kort û qelişandin tê de çêbûbû.

Ev kolan yek ji kolanên herî girîng  li bajarê Kobanê ye,  lê ji ber kortên di vê zivistanê de di rê de çêbûbûn şênî û ajokarên erebeyan gelek astengî kişandin.

Karker û alavan bi merheleyan dest bi xebatê kir, merheleya yekemîn rêşkirina rê, paqijkirin û xîzkirina wê bi kevrên spî ye û piştre bi kevrên reş rêya bi dirêjbûna 600 metre û kêmberiya 16 hat sererastkirin.

Şaredariyê 30 kunên ji bo baranê di rê de çêkirin û hewl dide 30’yên dîtir jî çêke da ku di zivistanê de av li ser rê kom nebe.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/g7GAvxpQKig" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>