Meşa dîrokî ber bi Zînî Wertê ve destpê kir

Meşa ciwanên Başûrê Kurdistanê ya ber bi herêma Zînî Wertê ve destpê kir.

Meşa dîrokî ber bi Zînî Wertê ve destpê kir
16 gulan, 2020   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi pêşengiya Însiyatîfa Başûrê Kurdistanê li dijî provakasyona PDK’ê ya li Zînî Wertê meşa dirêj a ciwanên Başûrê Kurdistanê, bi dirûşmeya ‘Emê bi rihê ciwantiyê dagirkeriyê têk bibin’ destpê kir.

Ciwanan li Baxê Giştî ya Ranyayê daxuyaniyek xwendin û piştre ber bi Zînî Wertê ve meşiyan.