Herêma Biradostê hat bombebarankirin

Duh bi şev balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, herêma Biradostê bombebaran kir.

Herêma Biradostê hat bombebarankirin
12 gulan, 2020   07:14
NAVENADA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê, balafirên şer artêşa Tirk a dagirker deverên Xakurk û Geliyê Mixaryan yên ser bi herêma Biradostê ve bi dijwarî bombebaran kirin.

Li gorî agahiyan ziyaneke mezin gihaştiye bax û baxçeyê gundiyan. Nayê zanîn bê ka di encama bombebaranê de tiştek bi kesê hatiye yan na.

(nr)