​​​​​​​Li Dêrazorê çalakirina koperatîfên çandiniyê

Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê ya Dêrazorê piştgiriyê dide projeyên koperatîfên çandiniyê. Heta niha hinek projeyên ku ji ber biryara qedexeyê li paş mane, temam kirin.

​​​​​​​Li Dêrazorê çalakirina koperatîfên çandiniyê
​​​​​​​Li Dêrazorê çalakirina koperatîfên çandiniyê
​​​​​​​Li Dêrazorê çalakirina koperatîfên çandiniyê
​​​​​​​Li Dêrazorê çalakirina koperatîfên çandiniyê
11 gulan, 2020   05:56
DÊRAZOR

Koperatîfên cotkaran dest bi pêşkêşkirina destekê ji projeyên çandiniyê yên li ser dirêjahiya berava çemê Firatê re kirin. Ji herêma El-Cizrat bigire heya bigihêje Baxozê. Rûbera wan zeviyan digihêje 200 hezar donim erd. Girîngiya van koperatîfan ji projeyên avdana El-Zir û avdana Xabûr li gundewarê rojhilat ne kêmtir e. Her du projeyên avdanê di meha borî de hatin çalakkirin da ku hilberînên herêmê werin avdan.

Çeteyên DAIŞ`ê dema ku herêm dagir kiribûn binesaziya van koperatîfan ji pombe, xartûmên kişandina avê û têvedana wê talan kirin. Ji ber wê ew koperatîf li tevahiya herêmê rawestîn.

Piştî rizgarkirina herêmê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve û avakirina Rêveberiya Sivîl li Dêrazorê û aktîvkirina saziyên wê di nav de Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê, ji xebatên girîng û destpêkê diviyabû hilmij û jeneratorên li ser çemê Firatê bêne restorekirin. Koperatîfan ruxmî derfetên sînordar beşek mezin ji wan hilmijan li gundewarên rojava û rojhilat sererast kirin.

Di vê dawiyê de koperatîfên Ebû Herdub, Siwêdan û Cirzî li gundewarê rojhilat hatin restorekirin.

Serokê Koperatîfên Cotkaran Mensûr Ebdulnasir destnîşan kir ku  di mewsima havînê de Komîteya Çandiniyê wê mazotê bide koperatîfan. Kehrebe bigihîne hilmijên avdanê, semad û dermanên çandiniyê bi bihayên guncew peyda bike.

(şx)

ANHA