Meclisa Malbatên Şehîdan bi daxuyaniyekê kiryarên li dijî goristanên şehîdan şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Dêrikê û Qamişlo topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser goristanên şehîdan şermezar kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan bi daxuyaniyekê kiryarên li dijî goristanên şehîdan şermezar kir
9 gulan, 2020   10:34
QAMIŞLO

Îro bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan li pêşiya navenda meclisê kom bûn û topbarana artêşa Tirk li ser goristanên şehîdan bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Bi heman armancê, Meclisa Malbatê Şehîdan a Herêma Cizîrê li Goristana Delîl Sarûxan ya bajarê heman daxuyanî da.

Daxuyaniya li bajarê Dêrikê ji aliyê endamê meclisê Mehmûd Resûl ve hate xwendin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Q42Q72Z7lNM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Daxuyaniya li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan jî ji aliyê aliyê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Elî Omer ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de kiryarên artêşa Tirk a dagirker li ser goristanên şehîdan hate şermezarkirin û hate gotin:"Hîn jî faşîzma Tirkiyê bi serkêşiya AKP`ê li dijî mirovahiyê û xwezayê kiryarên hovane pêk tînin. Mafên gelan înkar dikin, xwestekên avakirina welatekî bi rûmet tune dikin, ji ber vê yekê AKP`ê kiryarên dermirovî pêk tîne û di dîrokê ti carî wekî kiryarên rejîma faşîst nehatine pêkanîn. Heta bi goristanan jî ji kiryarên dewleta Tirk nefilitînin, isbata vê yekê jî li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, li Efrînê birîndar û îro jî li welatê me yê giranbuha heman kiryaran dide meşandin."

Di daxuyaniyê de bang li hemû rêxistinên mirovî, civaka sivîl, hezkiriyên demokratiyê, aşîtiyê û hevalên gelên bindest ên di cîhanê de hate kirin ku destwerdana ji bo sekandina kiryarên dermirovî yên li dijî nirxên wan ên pîroz bikin."

eh

ANHA