​​​​​​​Di topbarana li ser gundekî Girê Spî de 2 leşkerên rejîmê birîndar bûn

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Evdiko yê Girê Spî topbaran dikin. Di topbaranê de 2 leşkerên hêzên rejîma Sûriyê birîndar bûn.

​​​​​​​Di topbarana li ser gundekî Girê Spî de 2 leşkerên rejîmê birîndar bûn
7 gulan, 2020   15:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên rejîma dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê gundê Evdiko yê Girê Spî bi çekên giran topbaran dikin.

Hate diyarkirin ku di topbaranê de 2 leşkerên rejîma Sûriyê birîndar bûn.

ANHA