Rêxistinên hiqûqî nerazîbûn nîşanî eşkencekirina rojnamevanekî Qeterî ta mirinê da

Rêxistinên hiqûqî mirina rojnamevanê Qeterî Fehed Bûhindî  di girtîgeha Hamor a Qeterê de şermezar kirin û ji rayedarên rejîma Qeterê re xwestin doza mirine rojnamevan zelal bike û rewşa girtiyên din eşkere bike.

Rêxistinên hiqûqî nerazîbûn nîşanî eşkencekirina rojnamevanekî Qeterî ta mirinê da
26 nîsan, 2020   20:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistinên Erebî yên Mafên Mirovan li Brîtanya, Ewropa, Weqfeya Kendavê ya Maf û Azadiyan û Rêxistina Afrîka ya Kevneşopî û Mafên Mirovan bang li rejîma Qeterê kirin ku dimildest "Lêpirsînên serbixwe"ji bo eşkerekirina berpirsê eşkencekirina Fehed Bûhindî ta mirinê, bide destpêkirin.

Rojnamvanê muxalifê rejîma Qeterê Fehed Bûhindî ji beriya 3 salan ve di girtîgehên Qeterê de girtî ye û ji mafên mirovî pê par hate hiştin. Her dawî di bin êşkenceyê de mir.

Di rojên dawî de Fehed Bûhindî tevî gelek girtiyên din ji ber meteriya derketina Koronavîrusê li girtîgehê îsyan kirin.