‘Li hemberî xeteriyên derve yekitî pêwîst e‘

Şêniyên bajarê Kobanê bang li partiyên Kurd kir ku pirsgirêkên ku rêza wan parçe dike çareser bikin û got: "Li hemberî xeteriyên derve yên li ser Kurdan rêkrêziya Kurdan pêwîstiyek e."

‘Li hemberî xeteriyên derve yekitî pêwîst e‘
27 nîsan, 2020   05:38
KOBANÊ-HÊZA HESEN

Têkildarî nakokiyên di navbera hêzên Kurdistanî de bi taybet aloziya li herêma Zînî Wertê ya li Başûrê Kurdistanê şêniyên bajarê Kobanê nêrînên xwe ji ANHA‘yê re parve kirin. Şêniyan bang li aliyên siyasî yên Kurdî kir ku bi diyalogan nakokiyên xwe çareser bikin û li dijî êrişên derve yekitiya xwe ava bikin.

Mistefa Mihemed anî ziman ku pêwîst e Kurd diyaloga siyasî ji bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkan bi pêş bixin û rê nedin mudexeleya aliyên derve yên di kar û barên kurdan de.

Mihemed bang li partiyan kir ku yekrêziya Kurd ava bikin û got: "Çareseriya tekane ya tevahiya pirsgirêkan, yekitî ye. Kurd bi yekrêziyê dê karibin li dijî dijminan bisekinin."

Girêdayî bûyerên li Zînî Wertê tevahiya çînên civaka Kurd bang li hêzên Kurdistanê kir ku ji bingeha diyalogê dest bi çareserkirina tevahiya pirsgirêkan bikin û di komployên dewletên dijberî Kurd de nebin şirîk.

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Osman Elî got: "Dimijnên kurdan hewl didin, ne tenê partiyekê, lê belê gelê Kurd bi temamî tune bikin. Dijmin xêrê ji me re naxwaze û hewl didin gelê Kurd parçe bike".

Elî wiha domand: "Divê partiyên Kurd tevahiya pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogên siyasî û aştiyane çareser bikin. Ji bo ku nebin amûrên pêkanîna siyasetên dewletên derve."

Gelek aliyan Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)bi destpêkirina nakokiyê tewanbar kir. Hinekan got tevgerên partiyê li wê herêmê dikeve xizmeta berjewendî û planên dewleta Tirk.

Lê beşeke din dibîne ku plana Tirkiyê li Zînî Wertê ji bo derxistina şerekî Kurd-Kurd û têkibirina destkeftiyên gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê ye.

Şêniyê bi navê Mehmûd Kemal bang li partiyên Kurd kir ku yekrêziya xwe ava bikin û diyaloga siyasî bi pêş bixin ji bo ku tevahiya pirsgirêkan çareser bikin û got, divê nehêlin aliyên derve mudexeleya kar û barên Kurdan bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/svu1lrBYZFU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>