Li Helebê tedbîrên li dijî Koronavîrusê

Mîna herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî gelek tedbîr li dijî Koronavîrusê hatin girtin û ji bo alîkariya  malbatên hewcedar însiyatîf hatin ragihandin.

Li Helebê tedbîrên li dijî Koronavîrusê
Li Helebê tedbîrên li dijî Koronavîrusê
Li Helebê tedbîrên li dijî Koronavîrusê
Li Helebê tedbîrên li dijî Koronavîrusê
Li Helebê tedbîrên li dijî Koronavîrusê
Li Helebê tedbîrên li dijî Koronavîrusê
Li Helebê tedbîrên li dijî Koronavîrusê
Li Helebê tedbîrên li dijî Koronavîrusê
24 nîsan, 2020   07:02
HELEB- SOLÎN REŞÎD

Piştî ku Koronavîrûs li piraniya welatên cîhanê belav bû û bû sedema mirina zêdeyî 170 hezar kesî, wek herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî gelek tedbîr hatin girtin.

ŞANEYA ALOZIYÊ HATE AVAKIRIN, 5 BIRYARNAME HATIN DERXISTIN

Ji bo pêşîlêgirtina derketina Koronavîrusê di destpêka meha Adarê de Şaneya Aloziyê hate avakirin. Şaneyê gelek biryar standin. Şaneyê di 15‘ê Adarê de  kombûn qedexe kir, her wiha ji kesên ku ji derve tên taxê re testa Koronayê çêdike.

Şaneyê di 22’ê Adarê de qedexeya derketina derve ragihand. Piştî 4 rojan saetên vekirina dikanên madeyên xwarinê diyar kirin û deriyên ku herdu taxan bi taxên din ên Helebê ve girê dide girt.

ŞAREDARIYÊ BIRYARA BETALKIRINA FATOREYAN DA

Bi mebesta alîkariya malbatên hewcedar ên ku derbara xwe li ser karê xwe yê rojane peyda dikin, Şaredariya Gel fatoriyên kiriya dikanên bazirganî, pîşesaz û sazkirî yên girtî ji bo meha Nîsanê betal kir. Her wiha baceyên paqijiyê yên Adar û Nîsanê jî betal kir û kiriya ampêran ji bo hefteyekê ji şêniyan nastîne.

Di 7‘ê Nîsanê de Şaneya Aloziyê qedexeya derketina derve heta 21‘ê heman mehê dirêj kir û biryar da ku kesên li gorî vê biryarê tevnegere dê werin cezakirin.

Di dirêjahiya qedexeya derketina derve de, şaredariyê derverên giştî yên herdu taxan dezenfekte kirin.

Li aliyekî din, Meclisa Tenduristiyê navendeke karantînayê vekir û tedbîrên girîng girtin.  Di vê çarçoveyê de ji hemû kesên ku derbasî herdu taxan  û nexweşeya Şehîd Xalid Fecir dibin re testa germahiyê çêdikin û belavokên hişyariyê belav dikin.

Meclisa Tenduristiyê li deriyê têketina nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir konek veda. Kesên ku beriya derbasî nexweşxaneyê bibin di bin kon de têne fehiskirin.

Di nexweşxaneyê de kesên bi guman bi alava "KIT" têne fehiskirin, ku Rêveberiya Xweser bi hevkariya peymangeha Swêdê çêkiriye.

Şêwazê Belavkirina Alîkariyan

Ji bo rê li ber kombûnan were girtin, Şaneya Aloziyê 33 nuqte ji bo belavkirina nan aktîv kirine. Nan bi rêya komînan tê belavkirin.

Komîteya Alîkariyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê her wiha nuqteyên belavkirina alîkariyan zêde kirin. Êdî belavkirin rojane piştî diyarkirina hejmara malan di komînan de an xwe gihandina malan pêk tê. Ev şêweyê belavkirina alîkariyan nahêle ku kombûna şêniyan çêbibe.

Ji ber mercên jiyanî yên zehmet li gel qedexeya derketina derve gelek berhemkaran peydakirina debara şêniyên hewcedar girtin ser xwe. Her wiha gelek xwediyên werşeyên dirûtinê, werşeyên xwe veguherandin çêkirina maskan û bi buhayê erzan difroşin şêniyan.

Li aliyekî din jî Meclisa Giştî û Aborî 19 hezar pakêtên zebze, 5 hezar madeyên paqijiyê li mlabatên xizan belav kir.

PÊNGAVA KOMKIRINA ALÎKARIYAN

Meclisa Giştî ya herdu taxan (Şêxmeqsûd û Eşrefiyê) pêngava komkirina alîkariyan ji bo malbatên hewcedar da destpêkirin. Hejmarek mezin kes beşdarî pêngavê bûn. Di çaçroveya vê pêngavê de 6 milyon lîreyên sûrî hat komkirin.

Hevserokê Meclisa Giştî ya Şêxmeqûsd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo got: “Şênî li gorî biryaran tevdigerin, ta niha li herdu taxan ti kes bi Koronayê neketine.”

Şêxo spasiya saziyên têkildar, ên li ser karê kirin.

ANHA