Mehcûb: 6 hezar çeteyên Sûrî li Lîbyayê şer dikin

Mûdîrê Rêveberiya Şêwira Manewî ya Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xalid Mehcûb got: “Derdora 6 hezar çeteyên Sûrî li Lîbyayê şer dikin. Zêdeyî 215 çete hatin kuştin û zêdeyî 350 jî birîndar bûne.”

Mehcûb: 6 hezar çeteyên Sûrî li Lîbyayê şer dikin
24 nîsan, 2020   07:09
QAHÎRE – EMANÎ EZAM

Mûdîrê Rêveberiya Şêwira Manewî ya Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xalid Mehcûb ji ANHA‘yê re axivî û got: “Hêzên çekdar ên Lîbyayê girtin ser bajarê Qerbolî. Milîs ji herêma Ebanat a li sînorê rêveberiya sûka înê (Terhûne) derxistin, zêdeyî 15 çete girtin, di nav de çeteyên Sûrî hebûn.”

Mehcûb axaftina xwe wiha domand: “Milîsên ku desteka xwe ji hikûmeta Wîfaqê digirin di rojên dawî de pêşketin, bê serûber hejmarek sivîl girtin, her wiha êrişî bajarê Terhûneyê kirin. Lê derbên giran xwarin.”

Mûdîrê Rêveberiya Şêwira Manewî ya Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xalid Mehcûb destnîşan kir ku di bersivdayîna êrişa şeva 22’ê mehê de li herêma Qerbolî, fermandarê milîsên "Silêtin" fermandarê terorîstan Ebdulreûf El-Sarî û fermandarê milîsên "Ehrar Zilêtîn" hatin kuştin.

ANHA