TEV-DEM: Hewldanên rejîmê yên guhartina demografiya Til Eranê şermezar kir

Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) diyar kir ku hikumeta Sûriyê bi rêya veguhastina qereçiyan ber bi bajarokên Til Eran û Til Hasilê yên gundewarên bakurê Helebê hewldana guhartina demografiyê dke û em jî vê yekê şermezar dikin.TEV-DEM`ê bang li rêxistinên civaka sivîl kir ku zextê li hikumeta Sûriyê bikin da ku karantîneyên li bajarokê Til Eranê rakin.

TEV-DEM: Hewldanên rejîmê yên guhartina demografiya Til Eranê şermezar kir
24 nîsan, 2020   06:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkilarî hişmendiya hikumeta Sûriyê ya li dijî gelê Kurd TEV-DEM`ê bi daxuyaniyekê kiryarên hikumetê şermezar kir.

Daxuyaniya TEV-DEM`ê wiha ye:

"Piştî 9 salan ji têkoşîna li Sûriyê tê meşandin, xaka me di gelek qadên civakî, çandî, zanistî, aborî ji ber hişmendî û siyaseta şovînîst a partiya hakim bi parçebûnê re rû li rû maye û hîn jî li Sûriyê siyaseta înkar û tunekirinê û girêdana bi desthilatê ve tê meşandin."

HIKUMETA SÛRIYÊ BI ÇARENÛSA KURDAN DILÎZE

Daxuyaniyê wiha li zêde kir:"Rejîma Sûriyê hîn jî li Kurdan dimeyzîne ku nexwediyên Sûriyê ne û berdêl çi be bila bibe divê ji Sûriyê derbikevin, rejîma Sûriyê wekî ku Kurd ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xetertir bin nêz dibe û bi çarenûsa wan dilîze, li gel vê yekê da ku hebûna gelên Kurd li herêmên cuda tune bike, biryar û qanûnan derdixîne, mînaka vê yekê jî li bajarokên Til Eran û Til Hasilê ku zêdetirî 125 hezar kes lê dijiyan, piştî rejîmê terka parastina wan kir û ji Cibhet El-Nusra re hişt, yekser çeteyên Cebhet El-Nusra û Komên tundrew di demsala havîna 2013`an êrişî van bajarokan kir, paşê ji aliyê bajarên El-Wahê cihê bicihbûna rejîmê û ji aliyê herêma Sefîra ve derbasî van her du bajarokên bûn, lewma terorîstên El-Nusra komkujî pêk anîn û bi dehan şênî kirin qurban, li her wiha bi dehan sivîl revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e, rejîma Sûriyê berpirsa komkujiyê ye ji ber parastina sivîlan nekir û sivîl jî neçar man birevin."

HIKUMETA SÛRIYÊ BI DAGIRKERIYA TIRKIYÊ RE PROSEYA GUHARTINA DEMOGRAFÎG DIDE MEŞANDIN

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşan kir ku îro jî wek dema sedsala derbasbûyî ye anku dema kembera erebî dan avakirin û li dijî Kurdan ew serjimariya hovane pêk anîn, li ser vî esasî rejîma Sûriyê a şovînîst li dijî gelên Kurd ên li Til Eranê û Til Hasilê hewldana dubarekirina heman sînaryoyê dike û vê yekê carê şewba vîrusa Koronayê bi kar tîne, isbata vê yekê jî dibistanên her du bajaran vediguherîne karantîneyan û nexasim qereçiyên ji bajarên di bin seweriya rejîmê de vediguhezîne van her du bajarokan, armanc ji vê yekê jî ew e ku her du bajarokan vala bikin û yan malbatên şovînîst an jî qereçiyan li van bajarokan bi cih bikin, anku heman kiryarên artêşa Tirk a dagirker dema li Efrînê û Serêkaniyê pêk anî, ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku rejîm bi artêşa Tirk proseya guhartina demografiyê dide meşandin."

SIYASETEKE DEREXLAQÎ YE

Tevî ku cihên qereçiyên li Sûriyê li bejahiyên li naverasta Sûriyê ye û rejîmê dikarî wan veguhezîne nêzîktirîn karantîneyên li wê herêmê, kombûn çêneba û wan neşandibûna Til Hasil û Til Eranê lê rejîmê vîrusa Korona bi kar anîn bi kar tîne û ev jî siyaseteke derexlaqî ye û nirxên mirovahiyê bi pê dike.

TEV-DEM KIRIYARÊN HIKUMETA SÛRIYÊ ŞERMEZAR KIR

Em wek Civaka Demokratîk TEV-DEM`ê kiryarên rejîma Sûriyê yên avakirina karantînayan li bajarokê Til Eranê ya bi bajarokê Til Hasilê ve ye şermezar kir, li gel vê yekê banga sekinandina siyaseta şovînîst a li dijî îradeya gelên Kurd dikin, ji ber rejîma Sûriyê dikarî karantîna dûrî şêniyan ava bikira.Li gel vê yekê em bang li rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên UN yên NY`yê dikin ku zextê li rejîma Sûriyê bikin û karantînayên li Til Eranê rakin.

(eh)

ANHA