​​​​​​​Li Lîbyayê 199 çeteyên Tirkiyê hatine kuştin

SOHR’ê ragihand ku heta niha li Lîbyayê 199 çeyetên dewleta Tirk hatine kuştin. Li aliyekî din jî dewleta Tirk şandina çeteyan ji bo Lîbyayê dewam dike.

​​​​​​​Li Lîbyayê 199 çeteyên Tirkiyê hatine kuştin
20 nîsan, 2020   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku 9 çeteyên ku Tirkiyê ji bo destekdayîna hikumeta Wîfaq a li dijî artêşa nîştimanî ya Lîbyayê şandibûn Lîbya, hatine kuştin.

SOHR`ê dîroka kuştina çeteyan aşkera nekir.

Li gorî SOHR`ê, 199 çeteyên girêdayî Tirkiyê di operasyonên leşkerî de li Lîbyayê hatine kuştin. Çeteyên hatine kuştin ji komên Lîwa Mutasêm, Furqeya Sultan Mûrad, Lîwa Siqûr Şemal, Hemzat û Suleyman Şah in.

SOHR`ê her wiha diyar kir ku çeteyên ji Sûriyê di şerên li eniyên taxa Selaheddîn a bakurê Terablusê, eniya Remla ya nêzî balafirgeha Terablusê, eniya Projeya El-Hedabê, pevçûnên li Misrata û herêmên din ên Lîbyayê, hatine kuştin.

Di heman derbarê de, dewleta Tirk şandina çeteyan ji bo destekdayîna "Hikumeta Wîfaq a Nîştimanî" vediguhêze Lîbyayê. SOHR`ê piştrast kir ku bi dehan çekdarên komên girêdayî Enqereyê, gihîştin Lîbyayê.

Bi vê beşa nû ya çeteyên ku Tirkiyê şandine Lîbyayê re, heta niha nêzî 5 hezar û 300 çete gihîştine erdên Lîbyayê. Her wiha hejmara çeteyên ku ji bo perwerdeyê gihîştine baregehên Tirkiyê, nêzî 2 hezar û 100`î ye.

cx

ANHA