Kereng; xwarineke bienerjî

Kereng ji giyayên bienerjî ye, hê jî şêniyên herêmê di biharê de li komkirina wê digerin û navê wê di gelek stranên gelêrî de heye.

Kereng; xwarineke bienerjî
Kereng; xwarineke bienerjî
Kereng; xwarineke bienerjî
19 nîsan, 2020   06:31
QAMIŞLO - RÊNAS REMO

Kereng ji giyayên herî bi enerjî li herêmên deşt û çiyayî ye, ji cureya giyayên bigêzer û strî ye, di biharê de derdikeve. Tevî dijwariya jêkirina wê jî, şênî di ser giya û pincarên din re digirin.

Jin û mêr derdikevin da ku kerengan li nava deştên genim û ceh biçinin û di hilkirinê de alavên çandiniyê yên tûj bi kar tînin. Her wiha striyên derve yên derdora wê radikin û piştre giya ji erdê derdixin ku ew tê xwarin.

Kereng wekî boriyê ye, pelên wê kesk û zirav in û bi striyan hatiye pêçandin, di hundirê pelê de jî xetên spî yan jî sor hene, li navçeyên Dêrik, Girkê Legê û Tirbespiyê bi piranî derdikeve. Di kerengê de gelek vîtamîn û mîneral hene.

Girêdayî mijarê Enode Hesen ji şêniyên gundê Sîha Mezin, got kereng nirxekî wê yê xwarinê yê mezin heye û di gelek stranên folklorîk ên kurdî de hatiye bibîrxistin, di dema çinîna wê de şênî distrên.

Enode Hesen destnîşan kir ku kereng bi gelek cureyan tê çêkirin, her wiha piştî hat hilkirin û ji striyan hat paqijkirin, teze jî tê xwarin. Hin kes bi mast an jî goşt an jî hêkan çêdikin, ew jî piştî paqijkirin û kelandina di avê de. Her wiha tevî qelandina di nav zeyt û pîvazê tê xwarin an jî tevî savarê tê çêkirin.  

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1Xi8x5sOB3M" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>