Li gundewarê Dêrazorê teqîn, zarokek şehîd bû û 2 sivîl jî birîndar bûn

Duh li gundewarê rojhilatê Dêrazorê teqînek rû da û di encamê de zarokê(15) şehîd bû û 2 sivîl jî birîndar bûn.

Li gundewarê Dêrazorê teqîn, zarokek şehîd bû û 2 sivîl jî birîndar bûn
19 nîsan, 2020   06:41
DÊRAZOR

Li gorî nûçegihanê ji herêmê, duh teqîn li sûka bajarokê Zibyan ê girêdayî herêma Busêra ya li gundewarên rojhilatê Dêrazorê pêk hat.

Di encama teqînê de, zarokê(15) şehîd bû û 2 sivîl birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi lez berê xwe da cihê bûyerê û dest bi lêpirsînê kir.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YlITLCTgRRE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>