‘Tirkiye ji mijûlbûna cîhanê sûdê digire û dagirkeriyê berfireh dike’

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo got: "Tirkiye ji mijûlbûna cîhanê ya li dijî Koronavîrusê sûdê digire û dagirkeriya xwe berfireh dike. Divê civaka navdewletî fişarê li Tirkiyê bike da ku zêdegaviyên xwe yên li djiî herêmên ewle bi sînor bike.‘

‘Tirkiye ji mijûlbûna cîhanê sûdê digire û dagirkeriyê berfireh dike’
19 nîsan, 2020   05:32
EYN ÎSA

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo ji ANHA‘yê re axivî û got: “Tirkiye û baskên wê hewl didin ewlehî û aramiya herêmê têk bibin. Ji mijûlbûna cîhanê ya bi têkoşîna li dijî Koronavîrusê sûdê werdigire  da ku dagirkeriya xwe li Sûriyê berfireh bike.”

Nebo anî ziman ku tevî banga Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî ya agirbestê, lê heta niha dewleta Tirk li gorî vê bangê tevnegeriya ye û got: “Êrişên xwe yên bêserûber li dijî herêmên ewle didomîne da ku xelkên wê bide koçberkirin. Li aliyekî din jî li herêmên ku dagir kirine dest datîne ser milkên sivîlan."

Sebrî Nebo da zanîn ku leşkerên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya çend rojan li gundê Şergirakê yê dagirkirî derdora 20 malên sivîlan wêran kirin.

Nebo diyar kir ku ew matmayîne ku civaka navdewletî li hember kiryarên derexlaqî yên Tirkiyê bê deng in û wiha anî ziman: “Dewleta Tirk kesên ku li Tirkiyê bi vîrûsê ketine dişîne herêmên Girê Spî û Serêkaniyê. Civaka navdewletî ji binpêkirinên ku der heqê gelê herêmê de têne kirin berpirsyar e. Em bang li civaka navdewletî, "Rûsya ya garantor" dikin ku zextê li Tirkiyê bikin, da ku binpêkirinên xwe yên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser rawestîne. Ev binpêkirin têkoşîna li dijî vîrûsê lewaz dike.”

Di demekê de ku tevahî cîhan bi têkoşîna li dijî Koronayê mijûl e, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane êrişên gundên Eyn Îsa û Girê Spî dikin, di van êrişan de jîngehên sivîlan dikin hedef.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rrqOXn3dlsY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>