Şêx Baqî: Êrişa li dijî Mexmûrê destpêka komployek nû ye

Cemal Şêx Baqî got: “Dewleta Tirk bi hevkariya hinek aliyên başûrê Kurdistanê hewl dide çiyayên Kurdistanê dorpêç bike û tevahiya rêyên wê qut bike. Êrişa li dijî wargeha Mexmûr destpêka komployek nû mezin li dijî gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê ye.”

Şêx Baqî: Êrişa li dijî Mexmûrê destpêka komployek nû ye
18 nîsan, 2020   04:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê giştî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Cemal Şêx Baqî, girêdayî hedefgirtina balafirên şer ên Tirkiyê wargeha Mexmûr (Rustem Cûdî), li gel bêdengiya hikumeta başûrê Kurdistanê ji ANHA’yê re axivî.

Şêx Baqî di destpêka axaftina xwe de got: "Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya ku bi navê wargeha Mexmur tê naskirin, ji bo du aliyan  wek sembolek tê nasîn. Aliyek hewl dide dvê wargehê ji holê rake û li aliyê din jî berxwedanek mezin heye. Wargeha Mexmûrê dema dewleta Tirk bi top û tankan êrişî bakurê Kurdistanê kir, hate avakirin. Di wê demê de şêniyên bakurê Kurdistanê ber bi başûr ve koçber bûn da ku xwe ji êrişên  Tirk biparêzin. UN ew wargeh ji penaberên Kurd ên ku ji zluma dewleta Tirk revîne re diyar kir.”

Şêx Baqî di berdewama gotinên xwe de wiha axivî: “Dewleta Tirk hertim hewl dide êrişî wargehê bike, ji ber ku wê wek sembola berxwedana gelê bakurê Kurdistanê dihesbîne. Êrişa dawîn jî girêdayî heman warî ye. Mixabin di encama berjewendiyên teng ên hinek aliyên başûrê Kurdistanê de, ew alî derbasî nav planên Tirkiyê bûn û li dijî gelê xwe li wargeha Mexmur xizmeta Tirkiyê dikin.”

Girêdayî helwesta hikumetên Iraqê û başûrê Kurdistanê ji êrişên Tirkiyê Şêx Baqî got: "Balafirên Tirkiyê penaberên sivîl di nav kampê de bombebaran kirin. Di encamê de hejmarek ji wan şehîd bûn. Diviyabû hikumeta Iraq û başûrê Kurdistanê bertekek cidî nîşan bidana lê mixabin tu deng ji wan derneket. Tirkiyê bi awayekî fireh plan dike. Êriş di vê demê de li dijî wargehê, di çarçoveya hewldanek dewleta Tirk de ji bo ku tevliheviyê li başûrê Kurdistanê û parçeyên din biafrînê ye. Armanca din jî afirandina tevliheviyên di navbera YNK û PDK`ê de ye da ku piştre li tevahiya kurdistanê tevliheviyê derxîne.”

Şêx Baqî behsa planên Tirkiyê kir û wiha domand: "Dewleta Tirk bi hevkariya aliyên başûrê Kurdistanê hewl dide rê di navbera başûrê Kurdistanê û çiyayên Qendîl qut bike. Da ku karibe bi temamî çiyayên Qendîl dorpêç bike. Tirkiye ji beriya dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ve plan dike  êrişî başûrê Kurdistnê bike. Armanca ji êrişa dawîn ew e ku qelskirina tevgera Partiya Karkerên Kurdistanê di navbera Qendîl û başûr de ye. Ji aliyekî din ve jî Tirkiye hewl dide bigihêje Şengalê da ku bi rehetî operasyonên xwe li dijî çiyayên Kurdistanê bimeşîne û ji wan nuqteyan êrişî gelê Kurd bike.”

Di dirêjahiya gotinên xwe de Şêx Baqî îşaretpê kir ku şoreşa Kurd destkeftiyên mezin û balkêş di dirêjahiya 10 salên dawîn de bidest xistine û got: "Tirkiye wê hertim êrişî herêmên Kurdan bike û hewl bide çirûska şoreşa kurdan vemirîne. Tevahiya planên wê ji vê bingehê destpê dikin."

Şêx Baqî wiha pê de çû: "Pêvajo gelek hesas e. Divê Kurd bi hev girêdayî bin û nêzî hev bibin, dev ji berjewendiyên partiyetî berdin. Divê gelê me îro berî sibe derkeve û gotina rast bêje. Da ku destkeftiyên xwe biparêze. Bêdengî û danûstandina bi dijmin re wê tevahiya wêran bike û dê dora kesên piştgiriya dijmin dikin jî were. Dîroka Kurdan şahidê vê yekê ye. Dema gur diçe birayê te têk bibe, wê helbet dora te jî were."

Di dawiyê de Şêx Baqî got: "Bi yekrêziyê û azadiya ray wê komployên li dijî gelê Kurd bibin kevin. Em bang li tevahiya serokên siyasî û tevahiya aliyên Kurd dikin ku li ser masaya diyalogê rûnin û nakokiyên xwe bidawî bikin. Mexmûr tenê destpêka komployek mezin e."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UpZQ7fh7UWI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>